• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

    Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

    Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

    Di serrî kêneka 13 serra îstîsmar keno: Peyê mi de AKP est o

    Li Pîranê sosreta îstîsmarê: Li pişta min AKP heye

    Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

    Li Amedê deklarasyona 15ê Gulanê hate eşkerekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

    Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

    Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

    Di serrî kêneka 13 serra îstîsmar keno: Peyê mi de AKP est o

    Li Pîranê sosreta îstîsmarê: Li pişta min AKP heye

    Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

    Li Amedê deklarasyona 15ê Gulanê hate eşkerekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

Navenda Nûçeyan / AW

2 GULAN 2026 - 14:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol/Îzmîr – Komîsyona Girtîgehan a ÎHDa Stenbolê çalakiya Rûniştina Fyê di hefteya 736emîn de berdewam kir û xwest girtiyê nexweş Suleyman Horoz ê ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin bê berdan. Şaxa ÎHDa Îzmîrê jî xwest girtiyê nexweş Aydin Altig were berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina Fyê” di hefteya 736emîn de li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo girtiyê nexweş Suleyman Horoz ê ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin daxuuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankertên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Suleyman Horoz bê berdan” û wêneyên girtiyên nexweş hatin rakirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHDê Oya Ersoy ve hate xwendin.

‘Mafê jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin’

Oya Ersoy bi bîr xist ku 3yê Nîsanê Mehmet Çevîren di Girtîgeha Girtî ya Qûbînê ya Êlihê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, paşê jî di 23yê Nîsanê de Dilbaz Abî di Girtîgeha Qûbînê ya Êlihê de jiyana xwe ji dest dabû û wiha axivî: “Dilbaz Abî ev 30 salan bûn di girtîgehê de bû û berdana wî ji aliyê Lijneya Çavderiyê ve dihata taloqkirin. Di 15ê Nîsanê de hate eşkerekirin ku Dilbaz Abî întîxar kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Ev bûyerên întîxarê jî diyar dike ku di heman girtîgehê de mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin. Poyraz Eser jî di 3yê Kanûnê de li Girtîgeha Sîncanê ku dihate ragirtin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Di dozê de jî bêteqîbî hate dayîn. Di doza Mehmet Çevîren û Dilbaz Abî de jî metirsiyên me hene.”

‘Divê girtiyên nexweş hemû werin berdan’

Oya Ersoy anî ziman ku ew di hefteya 736emîn de li rewşa girtiyê bi nave Suleyman Horoz dipirsin û got: “Suleyman Horoz hê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin. Nexweşiya gurcik û ziravê ş, Suleyman Horoz peyda bûye û her ku diçe zeîf dibe. Keça Suleyman Horoz van agahiyan da me; ‘Berî ku bavê min were girtin ji ber ku nexweşbû min anîbû gel xwe, bijîşk ji me re gotibû divê bavê tê emeliyat bibe. Lê belê dema ku me amedekariya emeliyetê dikir bavê min hate girtin. Ji ber nexweşiyan divê bavê min xwarinên taybet bixwe. Lê di girtîgehê de ev tişt ne pêkan e. Dema ku dawiyê min bavê xwe dît gelek zeîf bûbû. Bijîşk ji bavê min re gotiye di pankreasa tê mezin dibê û dibe ku pankreas îltîhap bigire. Ji bo vê divê em tehlîlan bikin. Lê tedawiya bavê min di girtîgehê pêk nayê. Jiyana bavê min di bin xeterê de ye’. Em di çalakiya xwe ya hefteya 736emîn de bang dikin ku di şexsê girtiyê nexweş Suleyman Horoz de divê girtiyên nexweş hemû werin berdan.”

Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê jî ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya ji du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemîne nebe hevkarê sûc” hate vekirin. Metna daxûyaniyê ji aliyê endamê Desteya Rêveberiya ÎHD ya Şaxa Îzmîrê Îsmet Suzer ve hate xwendin.

Suzer bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Aydin Altig ê ku li Girtîgeha Bilind Ewlehiya Kirşehîrê tê ragirtin û got ku Altig di 17 saliya xwe de hatiye girtin û heta niha li girtîgehên Îzmîr, Edene, Çewlîg, Amed, Yozgat û Konya hatiye ragirtin. Suzer rewşa tenduristiya wî ya giran wiha anî ziman: “Aydin Altig ku di 17 saliya xwe de hatibû girtin, pişta wî ketiye ber wî (pneumothorax) û ji ber vê yekê emeliyata pişikê bûye. Ji ber girikên li pozê wî derketine emeliyat bûye. Her wiha êgzemaya kronîk û birînên belav li laşê wî çêdibin; carinan ev birîn giran dibin û tedawiya birêkûpêk dixwazin. Yek ji mijarên herî krîtîk jî pirsgirêkên diranan e. Berê li Girtîgeha Amedê jî ji ber heman sedeman nikaribû dermankirina diranan bidomîne; niha jî li Kirşehirê ji ber heman sedemê nikare here nexweşxanê, ji ber vê yekê êş, enfeksiyon û pirsgirêkên xwarinê zêde dibin. Tevî vê tabloya tenduristiya giran, mafê serbestberdana şertî ya Aydin Altig careke din bi awayekî keyfî hate astengkirin.”

Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Kirşehirê bi biryara xwe ya hejmar 03.02.2026 gotiye ku “rewşa wî baş nîn e” û serbestberdana wî 6 mehan hatiye paşxistin; pêvajoya nirxandinê taloqî havîna 2026an hatie kirin. Di biryarê de cezayên disiplînê yê ji sala 2008an û berê, mijarên wekî “paqijî/tertiqata odeyê” û şîroveyên derbarê helwesta ramanî ya girtî de wekî sedem hatine nîşandan.

Daxwazên ji bo berdana Altig wiha hatin rêzkirin:

* Divê ferzkirina lêgerîna dev a Aydşn Altig û hemû pratîkên gihiştina xizmetên tenduristiyê asteng dikin, tavilê bên rawestandin;

* Sewqên nexweşxanê yên ji bo dermankirina diranan û yên din bêderengî bên kirin;

* Ji bo nexweşiyên pişik, mîde û çermê nirxandina berfireh ji aliyê pisporan ve were kirin û plana dermankirinê were amadekirin;

* Pêdiviyên derman û xwarinê bi temamî bên dabînkirin;

* Bi vê re, bi berçavgirtina tabloya nexweşiya giran û dema dirêj a girtîbûnê, biryarên dirêjkirina cezayê bên betal kirin û rê li ber serbestberdana Aydin Altig were vekirin.

Suzer di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir: “Em bang li hemû saziyên pêwendîdar dikin ku erkên xwe bi cih bînin, mafê dermankirinê yê Aydin Altig tavilê misoger bikin û dawî li van pratîkên keyfî bînin ku mafê serbestberdana şertî bi awayekî pratîkî tune dikin. Emê heta ku mafê jiyanê û mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş misoger nebe, daxwazên xwe bidomînin û bi raya giştî re parve bikin.”

Etîket: çalakiya Rûniştina Fgirtiyên nexweşÎHDa ÎzmîrêŞaxa ÎHDa Stenbolê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHDên Stenbol û Enqerê: Înkara qirkirinê, berdewamiya qirkirinê ye

ÎHDên Stenbol û Enqerê: Înkara qirkirinê, berdewamiya qirkirinê ye

24 NÎSAN 2026
ÎHD: Divê daxwazên Turkoglu, Sagaltici û Ozen werin bicihanîn

ÎHD: Divê daxwazên Turkoglu, Sagaltici û Ozen werin bicihanîn

21 NÎSAN 2026
Li Girtîgeha Jinan a Alîagayê rejîma îşkenceyê: Girtiyek di grevê de ye

Li Girtîgeha Jinan a Alîagayê rejîma îşkenceyê: Girtiyek di grevê de ye

10 NÎSAN 2026
ÎHDa Îzmîrê: Demildest Ozgur Azad Încî berdin

ÎHDa Îzmîrê: Demildest Ozgur Azad Încî berdin

4 NÎSAN 2026
Ji ÎHDê banga berdana girtiyên nexweş

Ji ÎHDê banga berdana girtiyên nexweş

3 NÎSAN 2026
MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

25 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend Kasim Taşdogan: Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarên Amedê: Divê em li dijî neheqiyê bibin yek û têbikoşin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navçeya Pîranê bi rengên biharê xemilî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê mitînga 1ê Gulanê bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Pîranê sosreta îstîsmarê: Li pişta min AKP heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi sed hezaran kes dîmenê Amedsporê diecibîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (44)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne