• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

    MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

    Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

    TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

    ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

    ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

    AVKAMED ava paqij bir 47 gundên Amedê

    AVAMED: Tiştên piçûk kom dibin û dibe tofaneke mezin

    Çiya Kobanî wek fermî dest bi peywira xwe kir

    Çiya Kobanî wek fermî dest bi peywira xwe kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

    MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

    Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

    TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

    ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

    ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

    AVKAMED ava paqij bir 47 gundên Amedê

    AVAMED: Tiştên piçûk kom dibin û dibe tofaneke mezin

    Çiya Kobanî wek fermî dest bi peywira xwe kir

    Çiya Kobanî wek fermî dest bi peywira xwe kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

Navenda Nûçeyan / AW

27 ADAR 2026 - 16:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Şaxa ÎHDa Amedê di rapora têkildarî binpêkirinên mafan de aşkera kir ku di sala 2025an de herî kêm 2 hezar û 671 binpêkirinên mafan hatine tesbîtkirin.

Şaxa komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di sala 2025an de li bajarên bakurê Kurdistanê hatine kirin, aşkera kir. Rapora bi sernavê “Binpêkirinên mafên mirovan a sala 2025an a herêma rojhilat û başûrrojhilat”, li avahiya şaxê bi daxuyaniyekê hat aşkerakirin. Serokê Şaxê Ercan Yilmaz di daxuyaniyê de got ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd, bingeha van binpêkirina ye. Yilmaz, beşa nirxandinê ya raporê û Nûnerê Herêmê yê ÎHDê Tahir Saçakli jî bîlanço xwend.

Di raporê de hate gotin ku binpêkirinên li herêmê hatine kirin ji bûyerên munferît zêdetir, di hinek qadên diyar de bi awayekî sîstematîk hatine kirin.

Binpêkirina mafê jiyanê

Di bedewamê de hate gotin ku mafên civîn, xwepêşandan û meşan bi biryarên keyfî hatine astengkirin, der heqê siyasetmedar û parastvanên mafan de lêpirsînên keyfî hatine vekirin û hatine girtin. Li hêla din hat destnîşankirin ku mafê jiyanê di bin sernavên weke “îdiayên înfaza bêdaraz”, “Mirinên li girtîgehan”, “mirinên fermî yan jî ji ber xemsariyê”, “mirinên biguman”, “îdiaya întîharê” û “qezayên kar” de çêbûne.

Di berdewamê de hate destnîşankirin ku peywirdarên cemaweriyê, li girtîgehan, navendên binçavkirinan û li derveyî van cihan jî îşkence, miameleya xerab û kiriyarên biçûkxistinê li welatiyan kirine, gef li welatiyan hatiye xwarin û sîxûrtî lê hatiye ferzkirin

Herî kêm 83 kes hatin girtin

Bi domdarî hate destnîşankirin ku binpêkirinên mafê azadiya şexs û ewlehiyê pir hatiye binpêkirin. Hat gotin ku li bakurê Kurdistanê herî kêm 588 welatî hatin binçavkirin û herî kêm 83 jî hatine girtin. Hat diyarkirin ku bi ser gelek malan de hatiye girtin, der heqê gelek kesan de lêpirsîn hatine vekirin û bi vê yekê re azadiya welatiyan hatiye binpêkirin. Her wiha îşaret bi ser mafê azadiya xweîfadekirinê, zexta li ser çapemeniyê û binpêkirinên li ser mafê zimanê dayikê hate kirin.

Girtîgeh

Di raporê de hate gotin ku di tevahiya salê de binpêkirinên li dijî girtiyan domiyan, girtî bêyî daxwaza xwe li girtîgehên cuda hatin sirgunkirin, mafê xizmetên tenduristiyê, agahîgirtin û çalakiyên civakî hatin binpêkirin û ev binpêkirin bi awayekî sîstematîk domiyane. Her wiha îşaret bi cezayên disiplînê yên keyfî, taloqkirina tehiyeyan, tecrîd, îzolasyon û hwd. hate kirin.

Tundiya li dijî jinan

Bi domdarî behsa tundiya li dijî jinan û cînayetên jinan hate kirin û hate gotin ku gelek jinan di encama tundiya nava malê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku îstîsmara li dijî zarokan, bûyerên tundiyê jî hatine tesbîtkirin.

2 hezar Û 671 binpêkirin hatin tespîtkirin

Di berdewamê de hate gotin ku di encama şopandin, nirxandin û daneyên raporê de wan herî kêm 2 hezar û 671 binpêkirinên mafan tesbît kirine. Hat gotin ku ev tablo nîşaneya pirsgirêka maf û azadiyan e. Bi domdarî hate gotin ku piraniya binpêkirinên li herêmê bingeha xwe ji neçareserkirina pirsgirêka Kurd digire. Hat gotin ku pêvajoya heyî her çend bendewariyek di nava gel de çêkiribe jî bandoreke erênî li ser bikaranîna mafên şexsî û mafên kolektîf nekiriye. Hat gotin ku ji bo pêvajoya heyî veguhere aştiyeke civakî divê welatî encamên erênî hîs bikin, binpêkirinên giran ên li girtîgehan bi dawî bibin, biryarên DMME û AYMê bên bicihanîn, polîtîkayên zextê bi dawî bibin.

Divê ‘Mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin

Di raporê de îşaret bi hevrûbûna bi binpêkirinên giran ên demên berê de hatine kirin û biryarên DMME û AYMê yên têkildarî “mafê hêviyê” bê cîbicîkirin. Hat gotin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê gel jî bi awayekî çalak tev li pêvajoyê were kirin, gavên demokratîk ên şênber bên avêtin.

Hûrgiliyên bîlançoyê

Di bîlançoyê de binpêkirinên mafê jiyanê wiha hatin rêzkirin; 2 kes ji hêla polîsan ve hatin kuştin, 4 kes hatin birîndarkirin, kesekî di bin çavan de jiyana xwe ji dest da, 12 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan, 6 kesan ji ber xemsarî û xeletiya fermî jiyana xwe ji dest dan, 317 kes birîndar bûn, 4 mirinên biguman ên polîs-leşkeran qewimîn, di pevçûnan de 19 endamên hêzên ewlekariyê, 27 milîtanan jiyana xwe ji dest dan. Tevî mirin û birîndariyên mamoste, sendîkavan, bijîşk, rojnameger û hwd. bi giştî 73 mirin û 338 bûyerên birîndarbûnê çêbûn.

Her wiha hate gotin ku di bûyerên mirinên biguman û întîharan de jî bi giştî 85 kesan jiyana xwe ji dest dan.Di bîlançoya binpêkirinên ji ber rewşa pevçûnan jî wiha hate rêzkirin; li 19 cihan herêma ewlehiyê ya taybet hate ragihandin, êriş li cenazeyên 3 milîtanan hate kirin, 3 cenazeyên milîtanan nehatin dayin, li dijî bîranîna 3 cenazeyan bêhurmetî hte kirin û îdiayên gorên komî jî di nav de bi giştî 31 binpêkirin hatin tesbîtkirin.

Binpêkirina mafên jiyanê yên jinan

Di bîlançoya têkildarî mafê jiyanê yê jinan de jî hate gotin ku 42 jin di nava malbatê de rastî tundiyê hatin, 2 jinan întîhar kir, 33 jinan jiyana xwe ji dest dane, 7 jin di encama tundiyê de birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku di encama tundiya civakî de 7 jinan jiyana xwe ji dest dan, 5 jin birîndar bûn, 2 rastî êrişa zayendî hatin û li 4 jinan jî fihûş hate ferzkirin.

Têkildarî binpêkirinên mafên jiyanê yên zarokan jî hate gotin ku zarokek di endama tundiya navê malê de birîndar bû, 11 zarok rastî tecawizê hatin; di encama tundiya civakî de 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 3 zarok birîndar bûn, 31 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin, fihûş li 2 zarokan hate ferzkirin û zarokek jî rastî tundiya polîsan hat.

Îşkence û miameleya xerab li welatiyan hate kirin

Hat diyarkirin ku di bin çavan de 6 caran îşkence hte kirin, 273 caran li derveyî navendên binçavkirinê îşkence û miameleya xerab li welatiyan hate kirin, 38 kes li girtîgehan rastî îşkenceyê hatin, 17 bûyerên revandina zarokan û gefa sîxûrtiyê û gef li 7 zarokan hate xwarin.

Di mijara binpêkirinên azadiya şexs û ewlehiyê de jî hat gotin ku 8 jê zarok bi giştî 588 kes hatine binçavkirin û 6 jê zarok bi giştî 81 kes hatine girtin.

Binpêkirinên mafê fikir û xweîfadekirinê

Hat gotin ku 24 binpêkirinên mafê fikir û xweîfadekirinê hatine tespîbkirin, der heqê 174 kesan de 54 lêpirsîn hatine vekirin û li 45 kesan jî 13 doz hatine vekirin.

Binpêkirinên li girtîgehan

Di berdewama raporê de hate gotin ku di dema sepanên sewqkirinê de 16, di mijara mafê tenduristiyê de 19, di mafê agahîgirtin û hwd. de 3, di mijarên weke çalakiyên civakî û hwd de 5 binpêkirin hatine kirin, li 5 girtiyan lêpirsîn hatiye vekirin û tehliyeya 18 girtiyan jî hatiye taloqkirin.

Hat gotin ku tevî binpêkirinên cihêkarî û mafên din, bi giştî 2 hezar û 671 binpêkirinên mafan hatine kirin.

Etîket: AmedbinpêkirinÎHDmafraporsalek
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî’

‘Operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî’

27 ADAR 2026
Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

26 ADAR 2026
Li Amedê 18 kes hatin girtin: We çima şala kesk, sor û zer girê da?

Li Amedê 18 kes hatin girtin: We çima şala kesk, sor û zer girê da?

24 ADAR 2026
Di hefteyekê de li Bakur û Tirkiyeyê 215 kes hatin binçavkirin

Li Amed, Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN

24 ADAR 2026
Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

23 ADAR 2026
Li Amedê ji ber vekirina deriyên bendavê gelek cih di bin avê de man

Li Amedê ji ber vekirina deriyên bendavê gelek cih di bin avê de man

23 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Midûriyeta Perwerdehiyê ceza li hînkirina Kurdî birî

    Midûriyeta Perwerdehiyê ceza li hînkirina Kurdî birî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber strana kurdî cezayên mezin li tîma Manîsayê hat birîn 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serdar Şîtîlay ku piştî 33 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şanogerên Yenî Sahneyê: Em ê her tim li ser çand û hunera Kurdî bixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Kaniya wêjeya niviskî wêjeya devkî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî bi helbestên wî oxir kirin: Wî rêyeke nû li ber helbesta Kurdî vekir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê lihevkirina neteweyî silav kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1047)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne