Enqere – Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyê nexweş Şehmuz Koç ku ji aliyê tendirustiya derûnî û fîzîkî ve rewşa wî nebaş e daxuyaniyek da û xwest demildest bê berdan.
Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 615emîn a çalakiya xwe de li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dermankirin maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” hate rakirin. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya şaxa ÎHDê ya Enqereyê Kezîban Kalin ve hat xwendin. Di daxuyaniya vî hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Şeyhmus Koç.
’Rewşa wî ya derûnî û fîzîkî xerab e’
Kezîban Kalin diyar kir ku tevî nexweşiyan jî Şehmuz Koç nayê berdan û wiha got: ” Şeyhmus Koç li Girtigeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Erzînganê de tê ragirtin. Şeyhmus Koç ji aliyê tenduristiya derûnî û fîzîkî de rewşeke xirab de ye. Di sala 2016an de li Niseybînê bi birîndar hatiyê binçavkirin û di binçavkirinê de îşkence lê hatiyê kirin. Dema hatiye binçavkirin li pişt weseyita leşkerî ketiyê xwarê û du milê wî û linge wî şikestiye. Di deste çepê de peçiyeke wî qut bûye û hê jî dî laşê wî de parçeyên şarapnelê hene. Nexwaşiyên wek migren û astimê lê peyda bûne û ew nexweşî jiyana wî ya rojanê re astengiyan derdixîne. Li gor rewşa tenduristiuyê divê di hucreya yek kesî de nemîne. Ew nikarê di van şertan de di girtîgehê de bimîne. Ragirtina wî binpêkirina mafê mirovan û jiyanê ye. Divê rewşa wî ji aliyê lijneke xweser ya tenduristiyê ve bê nirxandin. Divê Şeyhmus Koç demîldest bê berdan, infaza wî divê bê rawestandin.”
Çalakî bi berz kirina dirûşmeyên ” Divê girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrît îşkence ye divê tecrît bê bi dawîkirin” dawî bû.
















