• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê bi CHP û EMEPê re bê cem hev

    Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    Li Ranye semînera ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

    Li Ranye semînera ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    Li Amedê standa hişmendiya ziman hate danîn

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê bi CHP û EMEPê re bê cem hev

    Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    Li Ranye semînera ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

    Li Ranye semînera ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Iraq û PDKê bi diwaran hevgirtina me qût kir’

Medya Bal / AW

11 KANÛN 2024 - 08:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka MXDŞê Cîhan Celo der barê koçberiya li Sûriyeyê û kampanyaya alîkariyê ya ku dane destpêkirin de nirxandin kir û got: “Em dibêjin Şengal û Rojava yek in lê bi diwarê ku Iraq û PDKê di navbera me de daniye têkiliya me qut kiriye. Ne ji vî diwari bûna dê şengaliyan ji bo axa Rojava canê xwe feda bikirana.”

Kaosa di nav Sûriyeyê de di 27ê Mijdarê de gihişt lûtkeyê û hê jî berdewam dikin. Ji roja destpêka êrîşên ku li ser Sûriyeyê pêk tên heta niha gelek kes ji bo ji komkujiyên çeteyan rizgar bibin neçarê koçberiyê bûn. Kesên ku koçber bûn niha hewl didin ku bigihînin cihek bi ewle û pêwistiyên xwe yên jiyanî bi dest bixin. Gelê Şengalê jî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin. Hevseroka MXDŞê Cîhan Celo der barê kampanyaya alîkariyê ya ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin ji Ajansa Welat re axivî.

Hevseroka MXDŞê Cîhan Celo di destpêka axaftina xwe de got ku berxwedana ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li di dijî çeteyan didin pîroz e û ev tişt anî ziman: “Niha herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşeka giran de derbas dibe. Ji aliyeke ve êrîşên çeteyên paramîlîter ji aliyê din ve koçberî diqewime.”

Cîhan Celo der barê koçberiya ku li gelemperiya Sûriyeyê tê meşandin de wiha got: “Me 10 sal berê rewşa ku niha bi taybet li Şehba û Helebê tê jiyîn, tecrûbe kir. Ji ber vê yekê em rewşa ku îro koçber dijîn hîs dikin û fêm dikin. Ji ber ku em wê zehmetiyan ku kesên neçarê koçberiyê bûne hîs dikin îro ji bo ku alîkarî bidin wan me dest bi kampanyayeke kir.”

‘Me bi xwîna zarokên xwe Rojava rizgar kir’

Cîhan Celo zehmetiyên ku wan kişandibû bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji aliyek de em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîs dikin. Lê ji aliyekî ve em xwe deyndarê wan jî dibînin. Ji ber ku dema DAIŞê êrîşê me kir wan ji me re deriyên malên xwe vekir. Bi xwîna zarokên Rojave Şengal hat rizgarkirin. Ji ber vê yekê ye ku em dibên divê herkes alîkarî bide kesên ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrîşan de ne.”

Diwarê di navbera Şengal û Rojava de

Cîhan Celo di berdewamiya axaftina xwe de got: “Bi kampanyaya ku me li Şengalê daye destpêkirin em hewl didin ku alîkariya betanî, balîf, doşek, pêwistiyên jin û zarokan bigihînin koçberan. Em dibên Şengal û Rojava yek in lê mixabin bi diwarê ku di navbera me de hatiye bicihkirin re têkiliya me hatiye qutkirin. Jixwe armanca vî diwarê ku ji aliyê Dewleta Iraq û PDKê ve hat çêkirin jî ji hev qutkirina civakê bû. Her wiha bi vî diwarê hat xwestin ku civaka Êzidî tenê bê hêştin. Lê heke wî diwarê niha ne di navbera me de bûna dê şengaliyan bi rûhê ku neteweya demokratîk daye avakirin dê ji bo axa Rojava canê xwe jî feda bikira.”
Hevseroka MXDŞê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di bin her şert û mercê de bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne. Ji bo piştgiriya bi wan re çi ji destê me bê em ê bikin.”

 

Etîket: Cîhan CeloMXDŞPDKRojavaSengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

16 SIBAT 2026
Li Kantona Cizîrê beşa duyem a perwerdeyê dest pê kir

Li Kantona Cizîrê beşa duyem a perwerdeyê dest pê kir

16 SIBAT 2026
Entegrasyon û peymana li Sûriyeyê rojeva çapameniya cîhanê ye

Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

16 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

16 SIBAT 2026
Îlham Ehmed: Entegrasyona li Sûriyeyê dê bandorê li welatên cîran, bi taybetî Tirkiyeyê bike

Îlham Ehmed: Entegrasyona li Sûriyeyê dê bandorê li welatên cîran, bi taybetî Tirkiyeyê bike

15 SIBAT 2026
Ebdî û Ehmed bi wezîrê Almanyayê re rûniştin 

Şandeya Rojava bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê re civiya 

15 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûriyê hikûmeta nû tê avakirin: Hemû pêkhate dê cih bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Talîban: Amerîka êrişî Îranê bike em ê piştgiriya Îranê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (618)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne