Arteşa Îsraîlê li diji Xezayê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de 8 filîstînî mirin. Serokê Îsraîlê Netanyahu, anî ziman ku ji ber Hamasê navê kesên dîlgirtî aşkere nekiriye wan dest bi agirbestê nekirine.
Çend deqîqe beriya ku agirbesta Îsraîlê û Hamasê îlan kiribûn dest pê bike, artêşa Îsraîlê li dijî Xezayê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşa hewayî de 8 kes mirin. Rayedarên tenduristiyê yê Filistînê destnîşan kirin ku di êrîşa hewayî de herî kêm 8 filistînî mirine. Li gorî peymana agirbestê ku Îsrail û Hamasê di nava xwe de îlan kiribûn, diviya bû saet di 09.30an de dest pê kiribûya. Lê beriya ku agirbest dest pê bike, êrîşa hewayî pêk hat. Serokê Îsraîlê Netanyahu, xwestibû ku Hamas nav û lîsteya dîlên di destê xwe de aşkere bike. Netanyahû diyar kir ku ji ber Hamasê lîsteya kesên dîlgirtî aşkere nekiriye êrîş pêk hatiye.