Di roja 4emîn a şer de Îsraîl û DYAyê bi awayek hevbeş baregehên leşkerî yên li Tehran, Îsfahan, Karaj û gelek deverên din hedef girtin. Hate zanîn ku di encama êrişan de windahiyên mirovîn û xisarên mezin ên madî pêk hatine.
Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) vê sibehê 4ê Adarê êrişên nû li hin deverên stratejîk yên Îranê pêk anîn. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin êriş bi taybetî li derdorên paytexta Tehranê, bajarê Karaj û her weha li bajarê Isfahanê pêk hatin.
Çiyayên derdora Tehranê bûn hedef
Di dîmenên ji herêmê hatin girtin de teqînên giran li çiyayên derveyî Tehranê pêk hatin. Dûmanên mezin û dengên teqînan li gelek deveran hatin bihîstin û wêneyên ku li torên civakî hatine belavkirin nîşan didin ku êriş bi balafirên şer û fûzeyan hatine kirin. Her çiqas rayedarên Îranê hîn daxuyaniyek fermî ya berfireh nedane jî, raporên pêşîn behsa xisarên mezin dikin.
Îranê moşek di nav çiyan de bicih kirine
Li gorî pisporên ewlehiyê sedema lêdana çiyayên li derdora Tehranê bi cihê moşekan ve girêdayiye. Pispor destnîşan dikin ku Îranê di nav çiyayan de tûnelên mezin çêkirine û ji van deran moşekên balîstîk diavêje. Hate ragihandin ku cihên ji hêla Îsraîl û DYAyê ve hatine tespît kirin, hedef tên girtin.
Li Îsfahanê navenda pîşesaziyê bû hedef
Li gorî agahiya li Şîrketa Pîşesaziyê ya Sayran a li Îsfahanê jî bûye hedef êrişên di seatên sibê de. Ev dever wekî yek ji navendên pîşesazî û teknîkî yên girîng ên Îranê tê nasîn. Çavkaniyên herêmî daxuyandin ku êriş di çarçoveya hedefgirtina kapasîteyên leşkerî û teknolojîk yên Îranê de hatiye pêkanîn. Rayedarên Îsraîlê berê jî hişyariya ku wargehên pîşesaziyê yên li Îsfahanê dê bibin hedefa wan û bang li niştecihan kiribûn ji van navendan dûr bisekinin.
Karaj: Teqînên giran li nêzî Qada Sepahê
Di heman demê de li bajarê Karajê jî li nêzî Qada Sepahê ku wekî navendek girîng a têkildarî Hêzên Pasdaran tê nasîn êriş pêk hatin. Wêne û dîmenên belavbûyî nîşan didin ku piştî êrişan agir û dûman ji herêmê bilind dibe. Karaj bajarek piştî Tehran, Qom û Îsfahanê herî zêde hedef tê girtin e.
Êriş berdewam dikin
Êrişên hevbeş ên DYA û Îsraîlê ku bi armanca têkbirina bernameya moşekî, parastina esmanî û binyadên leşkerî yên Îranê tê meşandin, li gelek bajarên din jî berdewam dikin. Di encama van êrişan de li Îranê qaos hindî diçe kûr dibe.













