Medya Îsraîlê diyar kir ku Hêza Deryayî ya Îsraîlê keştiya Misrê ya ket nav qada dorpêşa Şerîda Gazzayê hişya kir û gule lê barand.
Hêza Leşkerî ya Îsraîlê (IDF) 8ê Çileya 2026an derbarê geşedanê de agahî da. Di agahiyê de derbarê gulebarana ser keştiya Misrê piştrast kir û ji rewşê Misrê berpirsiyar dît. Di heman agahiyê de tê gotin ku Misrê jî berpirsiyariya xwe qebûl kiriye.
IDFê diyar kir ku Misr şirîkê esasî yê peymana aştiyê ye, têkiliyên her du welatan li gor rihê vê peymanê dê di nava ewlehiyê de esas were girtin.













