Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê bi nameyekî serî li Neteweyên Yekbûyî da û daxwaz kir ku bi lezgînî û bi bandor mudaxileyî êrişên leşkerî yên li dijî Kurd, Elewî û Durzî li Sûriyeyê pêk tên bike.
Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê, daxwaza xwe ya derbarê êrişên li ser Rojava bi nameyekê pêşkêşî ofîsa Komîserê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir.
Platformê di nameyê de bal kişand ser êrişên ku li Helebê dest pê kirin û li tevahiya Rojava belav bû û wiha got: “Di êrişan de encamên mirovî û siyasî yên cidî hene ku ne tenê bandorê li Sûriyeyê dikin, lê di heman demê de bandorê li Tirkiyeyê û tevahiya herêmê jî dikin; ku şerê ji sala 2011an vir ve berdewam dike, bi mîlyonan mirov koçber kiriye û zirareke mezin daye avahiya civakî ya pirçandî ya li herêmê; û ku operasyonên leşkerî yên rêveberiya demkî ya ku piştî 8ê Kanûna 2024an hate damezrandin, bi taybetî jî li deverên Kurdan hedef digirin, bûne sedema binpêkirinên mafên mirovan ên nû û xetereyên mirovî yên giran. Me diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî divê li gorî mîsyona xwe ya çaverêkirî roleke bibandortir di pêşîgirtina li şeran û avakirina aştiyê de bigire.”
‘Bi lezgînî mudaxileyê êrişan bikin’
Di nameyê de hat gotin ku name bi taybetî girîngiya nêzîkatiyek aştiyane, dadperwer û wekhev li hember bûyerên li Sûriyeyê tekez dike û ev daxwazên hatin rêzkirin:
* Di vê çarçoveyê de, em bi eşkereyî parve dikin ku em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku:
* Bi lezgînî û bi bandor mudaxeleyî êrişên leşkerî yên li dijî Kurd, Elewî û Durzî li Sûriyeyê pêk tên bikin.
* Helwestek wekhev, dadperwer û bêalî li hember şer û pevçûnan bigirin,
* Berpirsiyariya xwe ya navneteweyî ya ji bo pêşanîdana aştiyê bi tundîtir bicîh bînin.”
Hevdîtin li gel Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê
Di berdewama nameyê de wiha hate gotin: “Em dixwazin raya giştî agahdar bikin ku, ji bo ku em fikar û daxwazên xwe yên derbarê pêvajoya li Rojava de ragihînin, em, wekî Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê, dê di 29ê Çileya 2026an de li Enqerê bi Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Tirkiyeyê re civînekê li dar bixin û em dixwazin bi taybetî tekez bikin ku înîsiyatîf û têkiliyên me yên dîplomatîk hem li seranserê welêt û hem jî li navneteweyî berdewam dikin.”













