• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    11 parlamenterên Îngilistanê ji bo Rojava ketin tevgerê

    11 parlamenterên Îngilistanê ji bo Rojava ketin tevgerê

    Şandeya Tevgera Nifşê Nû li Rojava ye

    Şandeya Tevgera Nifşê Nû li Rojava ye

    Ji Mûşê bang: Tavilê dest bi diyalogê bikin

    Ji Mûşê bang: Tavilê dest bi diyalogê bikin

    Komek ciwan ji Ranyayê berê xwe da Rojava

    Komek ciwan ji Ranyayê berê xwe da Rojava

    Li Pirsûsê êrişa polîsan: 3 birîndar û 5 binçavkirin hene

    Li Pirsûsê êrişa polîsan: 3 birîndar û 5 binçavkirin hene

    HSD: Duh 9 çete hatin kuştin

    HSD: Tevî agirbestê jî êrişên komên çete didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    11 parlamenterên Îngilistanê ji bo Rojava ketin tevgerê

    11 parlamenterên Îngilistanê ji bo Rojava ketin tevgerê

    Şandeya Tevgera Nifşê Nû li Rojava ye

    Şandeya Tevgera Nifşê Nû li Rojava ye

    Ji Mûşê bang: Tavilê dest bi diyalogê bikin

    Ji Mûşê bang: Tavilê dest bi diyalogê bikin

    Komek ciwan ji Ranyayê berê xwe da Rojava

    Komek ciwan ji Ranyayê berê xwe da Rojava

    Li Pirsûsê êrişa polîsan: 3 birîndar û 5 binçavkirin hene

    Li Pirsûsê êrişa polîsan: 3 birîndar û 5 binçavkirin hene

    HSD: Duh 9 çete hatin kuştin

    HSD: Tevî agirbestê jî êrişên komên çete didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo 21ê Sibatê şahî li dar xistin

Amed /AW

21 SIBAT 2025 - 21:01
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Şaredariyên li Amedê û Weşanxaneya Vate bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê şahiyek bi konser li dar xistin. Beriya konsere Hevşaredara Amedê Serrra Bucak diyar kir ku ew ê her tim ji bo zimanê kurdî xwe perpirsiyar bibînin û têbikoşin.

Weşanxaneya Vate û şaredariyên li Amedê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li Çand Amedê şahiya “Şeva Kirmanckî” li dar xistin. Beriya şahiyê resepsiyon amade kirin. Hevşaredarên şaredariyên li Amedê, nivîskar, helbestvan û hunermend û welatî beşdarî şahiyê bûn.

‘Zaravayên kurdî bi êriş û qedexeyan re rû bi rû dimîne’

Di resepsiyonê de axaftin hatin kirin. Hevaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û got: “Zaravayên kurdî bi êriş û qedexeyan re rû bi rû dimîne. Armanca me ew e ku zimanê me winda nebe. Em ê her tim ji bo zimanê kurdî xwe perpirsiyar bibînin û em ê têbikoşin. Ji bo ziman çi xebat bên kirin em ê piştgiriyê bidin. Divê hemû kes ji bo ku zimanê me bibe zimanê jiyanê xwe berpirsiyar bibine. Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî.”

Nivîskar Malmisanij jî bi zaravayê Kirmanckî axivî û bal kişand ser girîngiya ziman û wateya 21ê Sibatê.

Piştî resepsiyonê li eywana mezin şahî li darxistin. Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliç Uçar, Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Beriya ku stranbêj derkevin ser dike, pêşî sînevîzyona têkildarî jiyana mamoste û zimanzanên ku ked dane zaravayê Kirmanckî dan pêşandan. Seroka Daîreya Karên Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş derket ser dike û li ser girîngiya rojê axivî.

Paşê jî stranbêj Celo Boluz, Derya Cengîz, Eylul Nazlier, Xoser Rayîrwan, Wusar derketin ser dike û stranên bi zaravayê Kirmanckî gotin. Helbestvan Bedrîye Topaç, Omer Barasî, Îdrîs Yazar û Mem Keleş Çiçek jî derketin ser dike û helbestên Kirmanckî xwendin.

 

 

Etîket: 21ê sibateAFC ChampionshipAmedÇand AmedkonserSerra Bucak
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ji bo Rojava deng derxistin û agir pêxistin

Ji bo Rojava deng derxistin û agir pêxistin

21 ÇILE 2026
Platforma Şaxên KESKê ya Amedê erîşên li ser Rojava şermezar kir

Platforma Şaxên KESKê ya Amedê erîşên li ser Rojava şermezar kir

21 ÇILE 2026
Ciwanan li tax û kolanên Amedê çalakî li dar xistin

Ciwanan li tax û kolanên Amedê çalakî li dar xistin

21 ÇILE 2026
Ciwanên bakurê Kurdistanê sînor derbas kirin

Ciwanên bakurê Kurdistanê sînor derbas kirin

20 ÇILE 2026
‘Amed li ser pêya ye bi Rojava re ye’

‘Amed li ser pêya ye bi Rojava re ye’

19 ÇILE 2026
Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

19 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1030)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne