Fragmana belgefîlma “Birîn” a ji bo bibîranîna balevkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hatiye amadekirin, hat weşandin.
Belavkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû, di 14ê Cotmeha 2014an de li Taxa Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê dema belavkariya rojnameyê dikir, hat kuştin. Fragmana belgefîlma bi navê ‘Birîn’ a ku qala têkoşîn, şahidî û jiyana Kadrî Bagdû dike, hat weşandin. Di belgefîlmê de ku ji aliyê rojnamevan Hamdûllah Yagiz Kesen ve hatiye amadekirin, wêneyên xebatên belavkirina Bagdû yên bi salan û vegotinên xizmên wî hene.
Di belgefîlmê de malbat û hevalên Bagdû banga ronîkirina cînayetê û aşkerakirina berpirsyaran dikin.













