Saziyên çand û civakî yên li Stenbolê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panelek û şahiyek li dar xistin û bal kişandin ser girîngiya ziman.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, Konfederasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat (DGD-KON) Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat, Komeleya Wejekarên Kurd, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Stenbolê (OHD), Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZDER), Navenda Çandê Mezopotamya (NÇM) û Komelaya Alîkarî û Piştgiriyê ya Alimên Olî ya Stanbolê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li avahiya DGD-KONê ya li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê panelek û şahiyek li dar xistin.
Endam û nûnerên saziyên ziman, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Bername bi panelê dest pê kir.

Panel bi moderatoriya Ozcan Kirbiyik dest pê kir. Dayika Aştiyê Sabîha Bozan, li ser mijara “Girîngiya zimanê Kurdî ji bo aştiya civakî”, Lêkolîner Hebîbe Polattag li ser mijara “Ahmedê Mirazî û li Kafkasyayê xebatên perwedeya bi Kurdî”, nivîskar û lêkolîner Miraz Ronî li ser mijara “Xebatên rewşenbîriya Kurdî li Bakur”, Hevberdevkê Înîsiyatîf Yekîtiya Demokratîk ê Herêma Marmarayê Abdulhakîm Daş jî li ser mijara “Yekîtiyê” axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.
Axêver di axaftinên xwe de qala girîngiya axaftina bi zimanê Kurdî kirin û destnîşan kirin ku divê di her warî de zimanê Kurdî were lipêşxistin.
Piştî axaftinan bername bi konsera stranbêj Evîn Sîndî û Şahin Farqîn bi dawî bû.














