MEBYA-DER û Komeleya 78an bi boneya cangoriyên meha Gulanê bi bîr bînin serdana Goristana Yenîkoyê kirin û daxuyanî dan. Komeleyan destnîşan kir ku tekoşîna cangoriyan ji bo wan nexşerê ye û bang li dewletê kirin ku bersivê peyama aştiyê ya Abdullah Ocalan bide.
MEBYA-DERa Amedê û Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya 78an a Amedê bi boneya cangoriyên meha Gulanê bi bîr bînin li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê serdana gorên cangoriyan kirin û dû re li avahiya MEBYA-DERa Amedê daxuyanî dan.
Rêveber û endamên her du saziyan ewilî li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê serdana gorên cangoriyên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan kirin. Hevserokê Komeleya 78an Ahmet Candan ê li vir axivî, diyar kir ku tekoşîna cangoriyan ji bo wan nexşerê ye û wiha got: “Di têkoşînê de gelek şehîdên me hene û em wan bi bîr tînin. Şehîdên azadiyê wê demê xwe feda kirin ku em bigihin azadî û aştiyê. Em mînetdarê wan in. Divê ji vir û şunda hêza aştiyê xurt bibe û tekoşîn bê mezinkirin.”
Girseya li vir piştî serdana goristanê xwest li ber Zindana Amedê daxuyaniyekê bide lê polîsan pankart hincet nîşan da daxuyanî asteng kir. Girseya ku bertek nîşanî polîsan da daxuyanî li avahiya MEBYA-DERê da. Li vir pankarta ku wêneyên cangoriyên meha Gulanê li ser bû û nivîsa “Şehîdên rûmeta mirovahiyê” li ser dinivîsî hate hilgirtin.

‘Tirsa ji resman û sloganan pêvajoyê li pêş naxe’
Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz ku bertek nîşanî astengkirina daxuyaniyê da û wiha got: “Di vê pêvajoyê de rayedarên emniyetê destûr nedan ku em vê pankartê bi kar bînin. Me jî qebûl nekir û bi rastî em vê helwesta protesto dikin. Ji ber vê yekê em daxuyaniyê li vir nadin. Di vê pêvajoyê de tirsa ji resman, tirsa ji sloganan bi rastî bi vî awayî pêş nakeve. Em bang li emniyetê, rayedarên giştî û walîtiyê dikin ku li gorî pêvajoyê tevbigerin.”
‘Gelê Kurd tu car li hemberî zilm û înkarê serî netewandiye’
Ramazan Dengîz, bal kişand ser têkoşîn û berdêlên gelê Kurd ên ji bo aştî û azadiyê dane û wiha domand: “Gelê Kurd di herikîna dîrokê de her tim li ser bingeha aştî, azadî û demokrasiyê bi gelên cîran re têkilî daniye û li hemberî zilm û înkarê serî netewandiye. Ji Şêx Seîd, Seyîd Riza, Elîşer û Zarîfe Xanimê heta serhildanên Agirî, Sason û Dêrsimê hemû nerazîbûn li hemberî qirkirinê pêk hatine. Berxwedana Zindana Amedê jî, dema ku rûmeta mirovahiyê dihat binpêkirin, bi dirûşma Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf û Eliyan a ‘Berxwedan Jiyan e’ gihîşt lûtkeyê. Ferhat, Mehmûd, Eşref û Necmî bûn meşaleya azadiyê.”
Ramazan Dengîz di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên siyasî yên dawî û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de û ev tişt gotin: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de peyama xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkêşî raya giştî kir. Ev peyam manîfestoya aştî, azadî û demokrasiyê ye ku ji aliyê lîstikvanên demokrat, rewşenbîr û xwediyên Xelata Nobelê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Em weke saziyên sivîl û demokratîk ên Amedê vê helwesta aştiyane silav dikin, ku bi vê bangê PKKê dawî li pêvajoya şerê çekdarî aniye, çekên xwe şewitandine û pêvajoya aştiyane dest pê kiriye.”
Bang li rayedarên dewletê kir
Ramazan Dengîz di dawiya axaftina xwe de banga diyalogê li hikûmet û dewletê kir û got: “Em bang li rayedarên dewletê dikin ku bêyî wext winda bike bersivê bide vê banga Birêz Ocalan, da ku hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi çand, ziman û nasnameya xwe bi hev re stranên xwişk û biratiyê bistrên.”










