Ji bo Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mustafa Mesut Tekîk mewlûd hat xwendin.
Ji bo Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Êlihê Mustafa Mesut Tekîk ê ku li Stenbolê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, li Mala Sersaxiyê ya BATSOyê mewlûd hat xwendin. Wêneyên Tekîk û xwişka wî ya rojnamevan Gulistan Tara (Tekîk) a ku di 23ê Tebaxa 2024an de li bajarê Silêmaniyê Herêma Federal a Kurdistanê di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabû li mala sersaxiyê hatin daliqandin. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî mevlûdê bûn.