Li Hezexê di meşa piştgiriya ji bo Rojava de hate ziman ku pêdivî pê heye xwedî li Rojava bê derketin. Di axaftinan de hate gotin ku çawa tifaqa DAIŞ-Tirkiyeyê 10 sal berê winda kir, roja îro tifaqa HTŞ-Tirkiyeyê jî wê winda bike.
Li hember êrîşên li ser Rojava, li navçeya Hezexê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê, bi beşdariya bi hezaran kesên ji her temenî meşek hate lidarxistin. Girseya ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di nav de bûn, li Kolana Alanyayê kom bû û xwest ber bi herêma ku avahiya şaredariya kevin lê ye bimeşe. Lê polîsan li ser rê bariyer danîn û hewl dan ku beşdarbûnê asteng bikin. Polîsan diyar kirin ku piştî lêgerînê ew ê tenê destûrê bidin girseyê ku bi xetekî ve biçe. Girseyê li hember vê pêkanînê red kir ku biçe herêma ku bariyer lê hene û dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” qîr kir. Piştî berteka girseyê, polîsan plana xwe betal kir û bariyeran rakir.
Bê navber diruşmeyên berxwedanê
Beriya meş destpê bike girseya kombûyî bê navber dirûşmeyan berz kirin û pankartên bi nivîsên “Ji şer re bêje na”, “Rojava rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” rakirin. Dîsa pankartekî bi nivîsa “Şoreşa Rojava bû tirs û xofa dilê neyar û hovan” bal kişand. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava wê bibe goristana DAIŞê”, “Bijî berxwedana HSD” û “Rojava rûmeta gelê Kurd e” û tilîliyan qîr kirin. Her ku diçû, hejmara girseyê zêde dibû. Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê, meş gihîşt cihê ku daxuyanî lê dihat dayîn û bi hezaran kes beşdar bûn. Sirûdên berxwedanê di tevahiya meşê de berdewam kirin.
Piştî ji bo şehîdan deqeyek rêzgirtin pêk hat Hevserokê DEM Partiyê a Hezexê Niyazî Çevrîm axivî û diyar kir ku heta ku gelê Kurd li Rojava azad bibe, ew ê berxwedanê bidomînin.
‘DAÎŞ-Tirkiye wenda kir, dê HTŞ-Tirkiye jî wenda bike’
Paşî Parlamenterê DEM Partiyê a Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axifî. Îrmez diyar kir ku gelê Hezexê peyama pêwîst daye zîhniyeta DAIŞê û got: “Îro em li her çar perçeyên Kurdistanê yekgirtî ne. Em li her warî yekgirtî ne. Em ê bi vê yekîtîyê bi ser bikevin. Deh sal berê, gelê me yê li Rojava li hember komkujiyan xwe parast û şoreşek pêk anî. Sîstemeke demokratîk û wekhev ku hemû gelan digire nav xwe hate avakirin. Her kesî di vê pergalê de cih girt û her kesî xwe wekî beşek ji wê dît. Lê belê, hin hêzên tarî nekarîn vê yekê tehemûl bikin. Ev êrîş 10 sal in berdewam dikin. Ev êrîş bi piştgiriya Tirkiyeyê berdewam dikin. Tirkiye piştgiriyê dide zîhniyeta DAIŞê ya li dijî Kurdan ku xwe bi xwe birêve dibin. DAIŞ-Tirkiye winda kir, HTŞ-Tirkiye jî wê winda bike. Bila kes li bendê nebe ku em bêdeng bimînin. Em ê heta dawiyê li kêleka xwişk û birayên xwe bin. Berxwedan wê bi ser bikeve.”
‘Ger ji bilî şer çare tinebe berxwedan heye’
Parlamentera DEM Partiyê a Şirnexê Newrûz Uysal Aslan jî bal kişand ser yekîtîya çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşan û got: “Gelê Kurd li her derê dibêje ku em li aliyê aştîyê ne. Ger ji bilî şer çareyek din tune be, divê Kurd li ber xwe bidin. Çawa ku şer ferz e, berxwedan jî ferz e. Gelê Kurd qet çok nedaye û wê çok nede. Gelê Kurd li Nisêbîn, Agirî, Amed û her derê li ser piyan e. Heyetek ji me niha diçe Rojava. Yekîtî û berxwedan ew e ku em hewce ne. Gelê Kurd yek e. Em ê heta dawiyê bi Rojava re bibin yek.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Rojava wê bibe goristana DAIŞê” û “Yek, yek, gelê Kurd yek e” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, girseyê bi gotina dirûşmeyan û stranên sirûdan di kolanên bajêr de meşa xwe domand. Ciwanan nerazîbûn li hemû kolanên Hezexê belav kirin.












