Platforma Saziyên Demokratîk ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê qampanyaya deng derxistinê dest pê kir.
Di bangawaziya Platformê de êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin bi bîr xistin û wiha hate gotin: “Em bang dikin ku ji bo mezinkirina piştgiriya bi Rojava em ê her êvarê seat 20.00an de li her derê bibin dengê Rojava. Li kuçe û kolanan, di mal û erebeyên xwe de, em bi ronahî, qorne û dengê xwe nîşan bidin ku em ligel Rojava ne.”
Platformê bang li gel kir ku herkes tev li vê çalakiya deng derxistinê bibe û dengê Rojava li her deverê ragihîne.













