TJAyê bi boneya 8ê Adarê li Colemêrgê meşek girseyî li dar xist û diyar kir ku jin êdî pêşengiya civakê dikin.
Li Colemêrgê di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi pêşengiya TJAyê meşek hat lidarxistin. Meş, bi şîara “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” li pêşiya avahiya DEM Partiyê dest pê kir û heya sukê berdewam kir.Jinan di meşê de sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” avêtin. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin û bi sedan jin beşdarî meşê bûn.
Piştî meşê Oznûr Bartin axivî û bi bîr xist ku Kurdan li hember erişên li ser Rojavayê bûne yek. Oznûr Bartin diyar kir ku dinya edî hebûna Kurdan nas dike û got: “Berxwedana Kurdan ya li Rojavayê hemû Kurdên cîhanê rakire ser pêyan. Em jî dixwazin yekbûyînê avabikin. Em wek Kurd, sed sale berxwedaneke bêhempa didin. Niha jinên Kurd pêşengiya civakê dikin.”
Meş û daxuyanî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.














