• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Şaredariya Peyasê kirîna wesayîtan a ji Otosana Koç Holdîngê betal kir

    Şaredariya Peyasê kirîna wesayîtan a ji Otosana Koç Holdîngê betal kir

    Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

    Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Pervîn Bûldan: Em jin em ê xwedî li pêvajoyê derkevin

Wan / AW

8 ADAR 2026 - 15:01
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan di şahiya 8ê Adarê ya li Wanê de axivî û got: “Xwedîderketina pêvajoyê erka me hemûyan e. Ji bo serkeftina pêvajoya Entegrasyona Demokratîk, em ê ligel jinan mil bidin vê pêvajoyê û em ê bi ser bikevin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li saloneke dawetê ya li Wanê bi şiara “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” şahiyek li dar xist. Di şahiyê de dowîzên bi nivîsên “Şoreşa jinê şoreşa civakê ye”, “Dîroka jinê, dîroka berxwedanê ye”, “Bi jin, jiyan, azadî ber bi jiyana komunal ve”, “Bi TJAyê ber bi civaka demokratîk ve” hatin hilgirtin. Jinên ku hatin eywanê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Rojîn Kabaiş îsyana me ye” salon hejandin.

‘Yek ji aktoran jî jinên Kurd in’

Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Zeynep Sîpçîk diyar kir ku 8ê Adarê ji bo wan ne tenê pîrozbahî, rojeke têkoşînê ye û got: “Îro li her derê cîhanê jin ji bo maf û nasnameya xwe bi coşeke mezin dadikevin qadan. 8ê Adarê ji bo me têkoşîna Clara, Sakine, Fatma û Sêvê ye. Hêzên kapîtalîst û hegemonîk li tevahiya cîhanê şerekî qirêj dimeşînin. Ev hişmendî li Rojava êrişî jinan kir, lê jinan li ber xwe da û ew hişmendî rawestand. Li Rojhilat jî heman hişmendî li pey qirkirina jinan e. Em têkoşîna jinên Rojhilat silav dikin. Ji bo serkeftina pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin, divê azadiya wî ya fîzîkî bê pêkanîn.”

Rojîn Kabaiş hat bibîranîn

Piştre peyama Dayikên Aştiyê û Înisiyatîfa Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş hat xwendin. Di peyamê de bang li ATKê hat kirin ku kujeran neparêzeû biryara nepeniyê rake. Jinan bi dirûşmên “Rojîn Kabaiş îsyana me ye” bersiv da peyamê.

‘Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin’

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîla Meclîsê Pervîn Bûldan mafê axaftinê wergirt û di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû. Pervîn Bûldan got: “Daxwaza jinan a azadî û wekheviyê berdewam dike. Heya jin bi nasnameya xwe bi azadî bijîn, em ê li ber xwe bidin. Ev pêvajo heye û divê em hemû bi çar destan li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Ev erka me hemûyan e. Gav hatiye avêtin bo qonaxeke nû. Em ê tevî jinan mil bidin pêvajoya Entegrasyona Demokratîk û em ê ji heqê vê derkevin. Di cihê ku jin lê tune be, behsa aştî û demokrasiyê nayê kirin. Werin em bi hev re bi berxwedana xwe aştiyê bînin vê xakê.”

‘Divê qeyim herin’

Pervîn Bûldan bal kişand ser tayînkirina qeyiman û wiha pê de çû: “Gelê Wanê di hilbijartinan de dengê xwe da hevşaredarên DEM Partiyê. Lê qeyim hatin tayînkirin. Heke hûn dixwazin piştgiriyê bidin vê pêvajoyê, divê hûn qeyiman paşve bikişînin û hevşaredaran vegerînin ser wezîfeya wan. Rakirina qeyiman dê xizmeta aştiyê bike.”

‘Em ê rê nedin qirkirina gelan’

Pervîn Bûldan der barê şerê Îran, Îsraîl û DYAyê de jî got: “Em ne şer, aştiyê diparêzin. Divê şerê li dijî Îranê raweste û hemû gel, bi taybetî Kurd, wekî hemwelatiyên wekhev bijîn. Kurd dixwazin weke hemû gelên din bi ziman û çanda xwe bijîn. Divê bêhiqûqiya ku li gelê Kurd tê kirin bi dawî bibe. Di serdemek ku cîhan bi hêşê çêkirî (AI) tê birêvebirin de, em ê rê nedin qirkirina gelan. Bila aştî bê hemû Rojhilata Navîn, ji Kurdan re û ji hemû gelan re; lê herî pêşî bila ji bo jinan bê.”

Piştî axaftina Pervîn Bûldan, peyama 8ê Adarê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Kurmancî û Tirkî hat xwendin.

Şahî bi konsera Koma Sorjiyan bi dawî bû.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

8 ADAR 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

8 ADAR 2026
Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

8 ADAR 2026
Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

8 ADAR 2026
Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev der ne Hewreman e gundên Xîzanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Diyar Koç ku bi hedef nîşandanê hatibû girtin hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (255)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne