TJAyê li Heskîfê meş li dar xist û destnîşan kir ku ew 8ê Adarê bi ruhê yekitiya neteweyî yê li Kurdistanê mezin dibe pêşwazî dikin.
Li navçeya Heskîfê ya Êlihê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” meş li dar xist. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek jin beşdarî meşê bûn. Jinan dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û dowîzên ku li ser “DEFEND Rojava (Rojava biparêze)” dinivîsî û wêneyên hûnandina keziyan rakirin. Di meşê de pankarta “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” hate hilgirtin. Gelek jin tev li meşê bûn. Jinan, cil û bergên Kurdî li xwe kirin. Çalakî, li Kolana Kafelerê hate lidarxistin.
Aktîvîsta TJAyê Elîf Kivircik a li vir axivî bi lêv kir ku li xaka Kurdistanê her sal berxwedana 8ê Adarê mezintir dikin û wiha got: “8ê Adarê ne tenê rojeke bîranînê ye, di heman demê de mezinkirina xeleka berxwedanê ya jinan e ku bi sedan sal e didome. Tundiya li dijî jinan bi awayekî sîstematîk didome. Tundiya li dijî jinan ne tenê bi cînayetan bisînor e; di heman demê de bi êrişên fîzîkî, tundiya zayendî, gef û îstîsmaran didome. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li seranserê cîhanê di her deh deqîqeyan de jinek û zarokeke keç ji hêla mêrekî ve tên kuştin. Ev rewş nîşan dide ku tundiya li dijî jinan ne şexsî ye, berhema pergala mêrê serdest e.”
‘Em ji bo guherandina pergala kedxwariyê têdikoşin’
Elîf Kivircikê di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku kedxwarî ne qanûneke xwezayê ye û wiha pê de çû: “Em jin, ji bo guherandina van komkujî û pergala kedxwariyê yên tên ferzkirin têdikoşin. Ji bo vê jî divê em azadiya xwe birêxistin bikin û pergala xwe ya komunal a azadîxwaziya jinê ava bikin.”
‘Em 8ê Adarê bi ruhê yekîtiya neteweyî pêşwazî dikin’
Elîf Kivircikê da zanîn ku tê xwestin têkoşîna azadiyê ya jinan a Rojava ji hêla DAIŞ û dûvikên wê ve bê talankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala mêrê serdest, qirkirina jinê li cih û deverên cuda yên cîhanê di bin rûpoşên cuda de didomîne. Lêbelê tişta li dijî vê tarîtiyê mezin dibe teslîmiyet nîne; berxwedana jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê mezin dibe ye. Em 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi ruhê yekitiya neteweyî yê li Kurdistanê mezin dibe û bi paradîgmaya neteweya demokratîk pêşwazî dikin.”
Çalakî bi dirûşm, tilîlî û çepikan bi dawî bû.
















