awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinên Amedî amadekariyên zivistanê bi komî kirin

Omer Tur / AW

18 ÎLON 2025 - 08:25
Kategorî: ÇAND, CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Demsal payîz meh îlon e. Hewaya germ hêdî hêdî şûna xwe ji hewaya sar re dihêlê. Dema ku hûn li Kurdistanê bijîn hûn dizanin ku zivistan nêz dibe û hemû mirov êdî amadekariyên zivistanê dikin. Li Amedê jinan bi awayekî komî dest bi amadekariyên zivistanê kirin.

Her sal li tevahî bajar, navçe û gundên Kurdistanê ji bo derbaskirina zivistaneke aram û bêpirsgirêk xebat têne kirin. Pêşengiya van xebatan jin dikin û xebat bi awayekî komunal tên meşandin.

Li Amedê jinan milên xwe dan hev û bi awayekî komî dest bi çêkirina, konserveyan kir. Her kar zor û zehmetiyên xwe hene. Lê çêkirina konserveyan gelek zehmet e.

2 Jinên ku di saetên serê sibehê de berê xwe dan Halê ango cihê firotina bi giştî ya sebze û mêweyan, dikan bi dikan geriyan û li cihê herî erzan sebzeyên xwe kirîn. Li gorî salên borî buhayê sebzeyan gelek zêde bûye. Li gorî standina bi giştî jî; Kîloya firingî 15, îsot 25, îsotên tûj 40 û bacanê reş 22 lîreyan wergirtin.
2 Jinan sebzeyên xwe barî wesayitê kirin û anîn cihê çêkirinê. Li vir hejmara hevalên ku dê bi awayekî komî alîkariya hev bikin 1 mêr 4 jin bi giştî bû 5 kesan.

Ehmed Tamîr bi awayekî lezgînî, beroş danî ser agir û dest bi çêkirina tifikê kir. Jinan jî teştik, kêr û kavanozên xwe danîn ber xwe û dest bi jêkirin û felqekirina firingî, bacanê reş û îsotan kirin.

Piştî kelandina sebzeyan, kavanoz hatin tijîkirin û ji bo di rojên zivistanê de bên xwarin hatin hilanîn.

 

Etîket: amadehşya zivistanêAmedfiringîkonserve
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Tişta pêwîst têkoşîna hevpar û avakirina aştiya civakî ye

25 GULAN 2026
Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

25 GULAN 2026
Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

21 GULAN 2026
Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

21 GULAN 2026
Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

18 GULAN 2026
Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

18 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne