Li rojhilatê Kurdistanê serhildana gel a li dijî rejîmê her ku diçe geş dibe. Di saetên êvarê de li Loristanê bi pêşengiya jinan serhildan geştir dibe.
Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku ji ber krîza aborî li Bazara Tehranê dest pê kir her ku diçe belav dibe. Serhildana gel bi daxwaza azadiyê û li dijî zext û zordariya rejîmê li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê 10 deh hezaran kurd dadikevin kolanan.
Li Loristanê jî bi pêşengiya jinan bi hezaran kes daketin kolanan û dirûşmên “Netirsin, werin serî hildin.”
Jinên Loristanî bi dirûşm û tililiyan qad hejandin.













