Nûnerên TJA, DBP, DEM Partiyê û rêxistinên civakî, siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di qedexeyên derketina derve ya Silopiya de hatibûn kuştin, di 9emîn salvegera kuştina wan de li ser gorên wan bi bîr anîn.
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di salên 2015 û 2016 de, qedexeya derve hatibû îlankirin. Di qedexeya derve de, endam Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel ya Silopiyayê Pakize Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar di 4ê Çileya 2016an de ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Her 3 jin di salvegera qetilkirina 9emin de li ser gora xwe ya goristana bajarê Nûh hatin bibîranin. Malbatên Sêvê Demîr, Pakîze Nayır, Fatma Uyar, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Şirnex û navçeyên wê yên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Parti Halide Turkoglu, Parlamentera DEM Partî ya Sirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî bîranîne bûn.
‘Têkoşîna wan têkoşîna me ye’
Girseya li ber deriyê goristanê kom bûn heta goristanê meşiyan. Girseyê li ser gorê dua xwendin. Piştre jî parlamentera DEM Partî Newroz Uysal Aslan axivî û got: “Goristana Şirnexê bîra civakê ye. Ew goristan ji bo bîranîn û fehmkirina têkoşîna wan a heqîqetê ye. Îro bi hezaran kes li her derê cihanê vê heqîqetê belav dikin. Em li ser vê gora wan dibêjin ku têkoşîn û lêgerîna wan a heqîqetê ji Parîse heta Silopî û Kobanê hatinê qetilkirin em ê bigihînin armancê. Em li ber mîrateya wan bejna xwe ditewînin. Têkoşîna wan a heqîqete wê armanca me be.”
Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr jî axivî û wiha got: “Em ji rêyedarên dewletê re dibêjin firsendeka ketiye destê wê ji dest xwe bernedin. Em ê aştî bînin vî welatî.”
Piştî axaftinan bîranîn bi danîna qurnefîlan a li ser goristanê bi dawî bû.