Kadrî A. yê ku duh ji ber tundî li ser xwişka xwe F.A. kiribû û hatibû binçavkirin serbest hat berdan.
Kadrî A. yê li taxa Vatanê ya bajaroka Gite ya navçeya Silopya Şirnexê tundî li ser xwişka xwe F. A. (27) kiribû, piştî îfadeya li Qereqola Cendirmeyan a Gite sewqî Dozgeriya Silopya hat kirin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin piştî îfadeya li dozgeriyê, Aslan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin û dadgehê biryara berdana wî da.
Çi bûbû?
Jina bi navê F. A. (27) duh ji aliyê birayê xwe Kadrî A. ve rastî tundiyê hatibû. Piştî vê tundiyê F. A. xwestibû dawiyê li jiyana xwe bîne û bi giranî birîndar bûbû. F. A. niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tê tedawîkirin.