Enqere – Hevserokê KNKê Ahmet Karamus da zanîn ku qonaxa ku Kurd têde diborin hewcedariya yekîtiya neteweyî derdixe pêş û got: “Amadekarî û biryara me ya kongreyeke yekrêziya neteweyî heye.”
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê re, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoyeke nû destpêkir. Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bandor li ser hemû aliyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike. Di sedsala borî de Kurdistan hat dabeşkirin û gelê Kurd bêstatu ma. Lê di vê sedsalê de Kurd xwedî hêz in û di Rojhilata Navîn de hêzeke diyarker in. Ji aliyekî ve pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li bakurê Kurdistanê ji aliyê din ve hevdîtinên entegrasyonê di navbera Rojava û Sûriyeyê de û li başurê Kurdistanê jî hilbijartinên parlamentoyê di rojevê de ne. Di nav van geşedanan de rewşa rojhilatê Kurdistanê jî ji nêz vê tê şopandin. Partî û hêzên Kurd ên li rojhilatê Kurdistanê jî li ser îhtîmala şerekî nû di navbera Îsraîl û Îranê de amadekariyên xwe dikin.
Geşedanên li her çar aliyên Kurdistanê diqewimin pêvîstiya yekitiya Kurd careke din derdixe pêş. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di qonaxa ku Kurd tê re diborin de girîngiya yekitiya neteweyî destnîşankir û xwest ku Kurd kongreya yekitiya neteweyî pêk bînin. Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî ji bo yekîtiya neteweyî dixebitin. Hevserokê KNKê Ahmet Karamus der barê xebatên yekîtiya neteweyî ya Kurd de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Divê Kurd bi hemû derfetên xwe teqez yekrêziya xwe pêk bînin’
Ahmet Karamus anî ziman ku ji hemû demê zêdetir niha pêvîstiya Kurdan bi yekitiya neteweyî heye û wiha axivî: “Yekîtiya Kurdan ji hemû demê zêdetir niha guncav e û herî zêde ji vê demê pêvîstî bi yekitiya Neteweyî heye. Geşedanên li Rojhilata Navîn pêvîstiya yekitiya neteweyî ya Kurd pêvîst dike. Di sedsala derbasbûyî de Kurdan derfeteke yekitî û destkêftî bi destnexist. Welatê Kurdan di nav 4 dewletên dagirker de hat parvekirin. Kurdan nekarî statuyeke bi destbixîne. Niha jî em di qona 2emîn de ne. Li her derê şer heye. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin. Projeyên li ser Rojhilata Navîn didomin. Kurdan di vê demê de hinek statu bi dest xistine. Di vê qonaxê de êdî Kurd bibin xwedî statu. Li Rojava, Başur û Bakur. Dibe ku li Rojhilatê Kurdistanê jî rewşeke nû pêk bê. Di vê qonaxê de an em ê destkêftiyên xwe zêde bikin an jî dîsa em ê bêpar bimînin. Li her çar aliyên Kurdistanê geşedanên nû diqewimin. Divê Kurd bi hemû derfetên xwe teqez yekrêziya xwe pêk bînin.”
‘Divê partiyên Kurd zêdetir dan û standinan bikin’
Ahmet Karamus di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku astengiyên li pêşiya yekitiya neteweyî jî kêm bûnê û wiha pê dê çû: “Astengiyên salên berê yên pêşiya yekrêziya neteweyî weke nakokiyên di navbera partiyên Kurd de niha ew qas tune ye. Lê mixabin gelê Kurd ne di hişmendiya konjektora niha pêwîst dibîne ku Kurd di nava yekrêziyê de bin tevnagere. Heke Kurdan berjewendiyên partî û kesayetî danîna aliyekî û berjewendiyên neteweyî bidina pêş xwe yekrêziya Kurdan ew qas nediajot. Erê ew astengiyên heyî ne astengiyên salên derbasbûyinê. Lê ne bi berpirsyariya şert û mercên qonaxa niha, hewce dike jî tevnagerin. Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî gelek zelal anî ziman ku yekitiya neteweyî ya Kurdan xaleke serekeye. Her wiha Birêz Mesût Barzanî jî çend roj berê qala yekrêziya neteweyî kir. Lê tevî van peyaman jî li qadê partî û hezên Kurd li gor vê peyamê tevnagerin. Ji ber wê jî êdî divê yekrêzî di asta peyaman derbas bike û derbasî pratîkê bibe û Kurd danûstandinên xwe zêdetir bikin.”
‘Divê Kurd pêşî entegrasyona navxweyî pêk bînin’
Ahmet Karamus destnîşankir ku ji bo Kurd bi dewletên serdest re entegrasyonê pêk bînin divê ewil entegrasyona navxeyî pêk bînin û got: “Heke Kurd di asta neteweyî de nekarin entegrasyona navxeyî pêk bînin, nikarin bi dewletan re pêk bînin. Divê Kurd ewil entegrasyona navxweyî pêk bînin. Du aliyê entegrasyonê hene. Yek bişaftin e. Ya din jî qebûlkirin e. Entegrasyon gelek hesas e. Mirov dikare bi entegrasyonê hebûna xwe mîsoger bike. Divê em entegrasyonê pir cidî bigirin dest û Kurd li ser vê yekê bi hev re dan û standinan bikin. Dê li Bakur, Başur, Rojava û Rojhilat çawa bibe?”
Amadekariya Kongreya yekitiya neteweyî heye
Ahmet Karamus da zanîn ku ji bo kongreyeke yekitiya neteweyî amadekariyên wan hene û ev tişt got: “Em bi hemû aliyan re di nava danûstandinan de ne. Heke em nebin bersiva vê pêvajoyê û yekrêziya xwe pêk neynin em ê bi rewşên nû yên xeter re rû bi rû bimînin. Weke KNKê ji bo yekrêziya Kurdan li her çar aliyên Kurdistanê amadekariyên me hene. Ji bo pêngaveke nû, ji bo yekrêziya Kurdan xebatên me hene. Dema li Rojava konferansa yekrêziyê pêk hat heman xebatên me ji bo Başur û Bakur jî hebûn. Li Rojavayê Kurdistanê heta astekê yekrêzî pêk hatiye. Tevî kêmasiyan jî yekrêziyek heye. Me li Rojava xebata konferansa yekrêziyê pêk anî. Em li Bakur, Rojhilat, Başur û dîasporayê jî dixebitin. Niha jî di rojeva me de ye. Îhtîmaleke mezin hefteyên pêş em ê dest bi pêngaveke nû bikin. Amadekarî û biryareke me ya ji bo kongreyeke yekrêziya neteweyî heye. Ji bo pêkanîna vê konferansê xebatên me jî didomin.”
‘Divê êdî dewlet gavan biaveje’
Ahmet Karamus herî dawî li ser pngava dawî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê ku hezên xwe ji Zapê vekişandin jî rawestiya û got: “Ji destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û vir ve Tevgera Azadiya Kurdistanê gelek gavên dîrokî avêtin. Kurdan berpirsyariya xwe pêk anîn. Lê heta niha dewletê tu gav neavetiye. Divê êdî dewlet jî gavan biavêje. Hîn zagon amade nekirine. Birêz Ocalan ku muzakerevanê sereke ye hîn girtî ye. Divê êdî dewlet erka xwe pêk bîne. Heke wisa neke, xuya ye dixwaze dîsa Kurdan bixapîne.”













