Karwana şêniyên bajarên Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Til Birak û Şedadê, ji bo beşdarî çalakiyên parastina bendavê bibin û êrişên dewleta Tirk û komên paramîliter şermezar bikin, gihîşt Bendava Tişrînê.
Vê sibehê, karwana şêniyên bajarên Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Til Braik û Şedadê yên kantna Cizîrê ber bi Bendava Tirşînê ve bi rê ketibû. Nûçegihana ajansa ANHAyê ji Bendava Tişrînê got karwana şêniyên kantona Cizîrê gihîşt bendavê û berxwedêrên bajarê Kobanê yên li bendavê pêşwaziya karwana şêniyan kir. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişan ji 8ê Çileyê ve, kom bi kom nobeda parastina bendavê dewr digirin.