Keça Serokê Komara Mahabadê ya Kurdistanê Qazî Mihemed, Munîre Qazî peyama serkeftinê ji bo gelê Rojava belav kir û got: “Hêviya serkeftinê ji bo hemû dilsozên Kurd dixwazim.”
Munîre Qazî keça Serokê Komara Mahabadê ya Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, li ser hesaba xwe ya medya dijîtal, peyamek piştgiriyê ji bo Rojavayê Kurdistanê weşand.
Munîre Qazî di peyama xwe ya bi dîmen de wiha got:
“Silav û Rêz, ez Munîra Qazî keça Pêşewa Qazî Mihemed, li bajarê Mahamad. Piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê eşkere dikim. Her wiha destxweşî dikim ji bo herdu têkoşer cenabî Kak Mesud Barzanî û cenabî General Mazlum Kobanî û hemû kesên ku ji bo yekitiya nav mala Kurd li Rojavayê Kurdistanê têdikoşin dikim. Xewn û xeyala bavê min li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî pêkanînê bûye. Hêviya serkeftinê ji bo hemû dilsozên gelê Kurd dixwazim.”