Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li Mûşê di çalakiya ji bo Rojava de axivî û bal kişand ser polîtîkayên desthilata Tirkiyeyê û got: “Biratiya wan durûtî ye, ev siyaseta qirêj û dijminatiya we, wê bi ser nekeve.”
Li Mûşê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1 Sibatê Roja Piştevaniyê ya bi Rojava re ya Cihanê li Qada Bajêr çalakiyek hat lidar xistin. Di çalakiyê de gel dirûşmeyên “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e”, “Bijî ber xwedana Rojava” qîriyan û pankarta “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” vekirin. Her wiha dowîzên weke “Rojava ne tenê axek e romanek e, berxwedanek e”, “Ew ê me tine bihesibinîn em ê hin bêtir hebin”, “Jin Jiyan Azadî” hatin rakirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlametera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, Dayîkên Aştiyê û gelek welatî tev li çalakiyê bûn.

‘Gelê Kurd cîhan rakire ser pêyan’
Di çalakiyê de Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir axaftinek kir. Keskîn Bayindir astengkirina meşê ya ji bo Rojava şermezar kir û got: “Em ji bo mirovahî û azadiyê dimeşin. Em li dijî hişmendiya HTŞê û DAIŞê dimeşin, lê hûn bi van kirinên xwe piştevaniya wan dikin. Gelê Kurd sinorên we yên xeyalî nas nekirin û heya azad ne be jî nas nake. Gelê Kurd bi berxwedana xwe cîhan rakire ser pêyan û hevpeymanek da îmzekirin.”
‘Deriyê sînoran vekin’
Keskîn Bayindir bi bîr xist ku siyaseteke qirêj û durû tê meşandin û wiha berdewamkir: “Ji bo ku Kurdan qir bikin piştgiriyê didin HTŞê, lê li vir dibêjin ‘Em mafên Kurdan diparêzin’. Biratiya wan durûtî ye. Ev siyaseta qirêj û dijminatiya we, wê bi ser nekeve. Kobanê bi rojan e hatiye dorpêçkirin, zarok dimirin, lê nahêlin TIRên alîkariyê bigihîjin wan. Li Enqereyê dibêjin ’em birayên hev in, dijminên Kurdan nînin’. Ger wisa be, wan deriyên sinoran vekin.”
‘Roleke erênî bilîzin’
Keskîn Bayindir da zanîn ku heta Kurd bigihijin statuya xwe dê têbikoşin û wiha axifî: “Em nêzîkatiya ku koletiyê li ser me ferz dikin qebûl nakin. Erka herî girîng a Tirkiyeyê ew e ku li Rojava roleke erênî bilîze. We heta niha dijminatî kir, lê ji niha û pê ve jî roleke erênî bilîzin. Heta ku em mafên xwe bi dest bixin em ê têbikoşin. Gelê Kurd ev 25 roj in li ser pêyane û heta em hemû mafên xwe bi dest bixin em ê li ser piya bin.”
Girse bi dûrişmeyên ji bo piştevaniya Rojava belav bûn.














