• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

    Li 3 welatan karesata şerê Îsraîl, Îran û Hizbûllahê

    Li 3 welatan karesata şerê Îsraîl, Îran û Hizbûllahê

    ROJEVA 6ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

    Li 3 welatan karesata şerê Îsraîl, Îran û Hizbûllahê

    Li 3 welatan karesata şerê Îsraîl, Îran û Hizbûllahê

    ROJEVA 6ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30ê ADARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Meseleya Kurd dê şewirmendan jî têk bibe

Bedlîs / AW

8 SIBAT 2026 - 15:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir di meşa ji bo Rojava û Mafê Hêviyê de axivî, diyar kir ku meseleya Kurd teslîmî du şewirmendan hatiye kirin û got: “Çawa ku meseleya Kurd bi dehan desthilat têk biriye, dê van şewirmendan jî têk bibe.”

Platfomra Saziyên Demokratîk a Bedlîsê, ji bo “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Norşînê meşek li dar xist û piştî meşê daxuyanî da. Di meşê de pankartên “Rojava rûmeta me ye” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî yekitiya gelê Kurd”hatin berzkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk, nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên bajêr, parlementer û welatî tevlî daxuyanî û meşa li Parka Roboskî ya li navenda navçeyê hatiye lidarxistin.

‘Yekitiya Kurdan plana navneteweyî têk bir’

Girse ji Parka Roboskî heta avahiya DEM Partiyê ya Norşînê meş li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di meşê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi rojan e ji bo piştgiriya gel û xwîşk û birayên xwe yên li Rojava li her derê welat li kolanan li ber xwe didin û got: “Em li hemberî êrişên HTŞê û DAIŞê, welat, ax, hebûn, statû û zimanê xwe diparêzin. 60 milyon Kurd ev bi rojan e bi yek dengî ji bo Rojava li ser pêyan e, bijî yekitiya gelê Kurd. Bi têkoşîn û berxwedana dîrokî li çar aliyê welat û cîhanê Kurd ji şereke mezin û xetere xelas bûn. Planeke navneteweyî û herêmî li dijî Kurdan hat meşandin, lê yekitiya gelê Kurd û Rêzdar Ocalan ev plan têk bir. Bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd niha em li ser maseyê ne. Lê hêj talûkeyeke mezin li ser Rojava heye û dorpêça li ser Kobanê jî hêj didome. Tenê ne HTŞ, Turkiye jî şîrikê vê dorpêçê ye. Miletê Kurd 25 TIRên alîkariyê amade kirin, lê nehiştin ev TIR biçin Kobanê. Ev siyaset û biratiyeke gelek qirêj e. Heke siyaseta we ne qirêj be, heke hûn mafên Kurdan qebûl bikin, deriyê Mûrşîtpinarê vekin. Lê em êdî we baş dinasin, zarokê 7 salî jî dinase.”

Bang li alim û seydayên Kurd kir

Keskîn Bayindir bang li seyda û alimên Kurd kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Norşîn bajarekî bawermend e û Kurdistanî ye. Em ji vir bang li alimên Kurd dikin, li ser navê misilmantiyê qetla Kurdan ferz kirin û fermana me dan. Bersiva herî mezin dê ya alim û seydayên gelê Kurd be, em li bendê ne ku alim û seydayên Kurd berteke mezin nîşan bidin. Çarmixa Hz. Îsa dane pişta me û em kirin çar alî û her aliyekî me mixek lêxistin. Lê Kobanê, Rojava bi yekitiya xwe û berxwedana xwe ev çarmix parçe parçe kir. Kurdan xwe ji wê çarmixê rizgar kir û êdî tu kes nikare Kurdan ji hev parçe û dûr bike. 60 milyon Kurd li cîhanê ji bo siberoja xwe têdikoşe û li ber xwe dide. Ev berxwedan encam jî digire û wê serkeftinê bi xwe re bîne. Ev yekitiya ku li Rojava derket, hêviya Ehmedê Xanî, wesiyeta Qazî Mihemed, şîretê Seydayê Cegerxwîn û keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”

‘Meseleya Kurd dê şewirmendan jî têk bibe’

Keskîn Bayindir bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi pêşengtiya birêz Ocalan pêvajoyek hatiye destpêkirin û tê xwestin ku meseleya Kurd bi muzakereyan û aştiyê were çareserkirin. Gelek siyasetmedar û desthilat bersiveke nebaş didin. Her tim dixwazin me bikujin û înkarê bi me bidin qebûlkirin. Lê baş bizanin ku Kurd ziman, hebûn, nasname, statu û qanûnan dixwaze. Ji ber vê yekê bi hêzeke mezin, bi dileke xweş piştgiriyê dide pêvajoyê. Lê bila desthilat vê yekê xelet fêm neke, em bi hêz in û qawet in. Desthilatê niha meseleya Kurd teslîmê du qeşmerên şewirmend kiriye ku pênç qirûş nakin. Meseleya Kurd bi dehan desthilat têk biriye û dê wan şewirmendan jî têk bibe. Lewma rast û dirûst nêz bibin. Hêza me ya civakî li ser maseyên muzakereyan destê me xurt dike. Divê em ne dujminê hevûdu bibin, lewma divê em bi ruhê azadî û yekitiyê tevbigerin. Em rê nadin wan kesên ku yekitiya me xera bikin û dijminatiyê mezin û kûr bikin. Ew masiyên di akwaryûmê de ne, kê yêm bide wan strana wan dibêje. Kesên ku têkoşîna Kurdan biçûk dibînin, li erdê bixin. Em dê dilsoziya xwe li çar aliyên cîhanê bilind bikin û gelê Kurd dê pêşengiya mirovahiyê bike. Heta azadî, serkeftin û rizgariyê bijî yekitiya gelê Kurd û Kurdistanê.”

Piştî axaftinê çalakî bi çepikan bi dawî bû.

 

Etîket: Keskîn BayindirKurdistanNorşînRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di nav şer de kaosa hevdîtinê: Trump çi dibêje, Netanyahû çi dike, Îran çi bersiv dide

Di nav şer de kaosa hevdîtinê: Trump çi dibêje, Netanyahû çi dike, Îran çi bersiv dide

24 ADAR 2026
Serokwezîrê Igilîstanê: Em ji bo şerek dom dirêj amadekariyê dikin

Serokwezîrê Igilîstanê: Em ji bo şerek dom dirêj amadekariyê dikin

24 ADAR 2026
Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

23 ADAR 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

Pîrozbahiyên Şirnex û Gimgimê bi coşeke mezin dest pê kirin ZINDÎ

23 ADAR 2026
Newroza Îzmîrê: Azadiya Gelê Kurd azadiya Rêber Apo ye

Newroza Îzmîrê: Azadiya Gelê Kurd azadiya Rêber Apo ye

22 ADAR 2026
Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

Newroza Îzmîrê: Kurd dê bi Rêberê xwe ve azad bin

22 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îşkenceya polîsan: Lêdan û gotin ji derenceyê ketiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stûneke wêjeya Klasîk a Kurdî: Şêx Evdirehmanê Axtepî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Ne li Îmrali, li Amarayê’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Haya ku dinya hebe dê 3 roj û 3 şev Serhivde bê lidarxistin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1126)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne