Koalîsyona NADA dê di navbera 15-17ê Gulanê de li bajarê Silêmaniyê 1emîn Kongreya xwe pêk bîne. Dê kongreyê bi şiyara ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ li dar bixe.
Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) dê di navbera 15-17ê Gulanê de li Silêmaniyê yekemîn Kongreya xwe pêk bînin. Li gorî nûçeya JINHAyê bernameya 3 rojan diyar bû.
Di pêşengiya Tevgera Jinên Demokratîk û Azad de 1emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, di navbera 31ê Gulanê û 2yê Hezîranê de li Amed a Bakurê Kurdistanê, bi beşdariya 250 nûneran ji 26 welatên Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqayê û welatên Ereban hate lidarxistin. Înîsiyatîfa ji bo Ewlehî û Aştiyê, Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Komkujiya Jinan, di 30-31ê Tîrmeha 2021an de li Beyrût a paytexta Lubnanê 2yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bi dirûşmeya ‘Emê bi Yekîtiya Jinan Şoreşa Demokratîk Pêkbînin’ li darxist.
Di çarçoveya berdewamiya vê pêvajoya dîrokî de Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) dê di navbera 15-17ê Gulanê de bi sernavê ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ 1emîn Kongre bê lidarxistin.
Bernameya Kongreyê wihaye:
Roja yekem 15ê Gulanê: Gotûbêjên Teorîk
09:00 – 09:30 Qeydkirina beşdarbûnê
09:30 – 09:45 Axaftina Rêxistina Malavaniyê – Kinêr Abdullah
09:45 – 10:00 Axaftina vekirinê (Komîteya Amadekar) – Buşra Elî
10:00 – 10:20 Peyamên pîrozbahiyê
10:20–10:35 Sînevîzyon: Têkoşînên jinan ên herî girîng li herêmê di navbera salên (2021-2025) de
10:35 – 10:50 Navbereke biçûk
10:50 – 12:30 Rûniştina yekem: Şerê Cîhanê yê Sêyemîn:
Qirkirineke Veşartî li Dijî Jinan
Modêrator: Rajaa El-Dahmanî
Qonaxên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Herêmê (15 deqe) – Hacer Ozdemîr
Modela dewlet netewe li herêmê û nebûna demokrasiyê: Organeke şerê serdestiya baviksalarî li dijî jinan (15 deqe) – Sema Bekdaş
Îslama siyasî ya serdestiyê: Amûreke şer li ser laşê jinan (15 deqe) – Esma Kaftaro
Rewakirina sîstema baviksalar ji bo qirkirina jinan bi rêya şerê qanûnî li dijî wan (15 deqe)-Buşra Abu El-îs
Bandorên wêrankirina jîngehê bi destê sîstema kapîtalîst a cîhanî li ser jin û civakan (15 deqe) – Afaf Gattaşa
12:30 – 01:30 Gotûbêjên rûniştina yekem
01: 30 – 02:00 Navbera çay û qehweyê
02:00 – 03:15 Rûniştina Duyem:
Mîrateya Têkoşîna Jinan li Herêmê
Modêrator: Dr. Encêla Al-Muammarî
Dîroka Jinan û Nirxên wan yên Civakî (15 deqe) – Rojda Yildiz
Rola jinan di pêşxistin û parastina mîrateya zimanî, çandî û civakî de (15 deqe) – Besî Şamarî
Têkoşîna jinan di sedsala 21’mîn de: zehmetî û derfet (15 deqe) – Xedîce El-Huseynî
Rastiya Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê (15 deqe) – Kinêr Abdullah
03:15 – 04:00 Gotûbêjên rûniştina duyemîn
04:00 – 05:30 Navbera xwarinê
05:30 – 07:00 Şeveke hunerî (Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê
Roja Duyemîn 16ê Gulanê: Gotûbêjên pratîkî û asoyên çareseriyê
10:00 – 12:00 Rûniştina Sêyem: Komxebat
Xebatê Jinan (Zehmetî û Derfet)
Astengiyên sereke û derfetên li pêşiya rûniştandina xebatên hevbeş a jinan çi ne? – Nûbahar Mustafa û Dr. Hîbe Haddadîn
Rola rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna jinan de – Umeyme Qutabî û Hanan Osman
Girîngî û tekeziya hevgirtinên jinan li hember neoliberalîzm û hevgirtinên baviksalar ên serdest ên dijminên jinan – Dr. Abîr Hassaf û Selwa Gîga
Girîngî û tekeziya avakirin û xurtkirina mekanîzmayên xweparastinê ya jinan li hember pergala baviksalar a serdest – Zuhûr Al-Meşrîqî û Şamîran Odêşo
12:00 – 01:00 Nirxandina encamên gotûbêjên komxebatan
01:00 – 01:30 Navbera çay û qehweyê
01:30 – 02:45 Rûniştina Çaremîn
Perspektîfa têkoşîna jinan û asoyên çareseriyê li hember polîtîkayên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn
Modêrator: Muna Şamax
Derketineke siyasî ya jinan bi vîzyoneke yekgirtî (Tora Jinan ji bo Aştiyê) (15 deqe) – Ghada Mûsa
Rola Hevgirtina NADA di rûniştandina Konfederasyona Jinan a Demokratîk a cîhanî de (15 deqe) – Rûken Ehmed
Şoreşa jinan weke bersivdaneke li hember pirsgirêkên demê (15 deqe) – Şehrezad El-Casêm
Rola Pêşeng û bingehîn a Jinan di Înîsiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk de (15 deqe) – Tulay Hatim Ogullari
02:45 – 04:00 Gotûbêjên Rûniştina Çaremîn
04:00 – 05:30 Navbera xwarinê
05:30 – 07:00 Şeveke hunerî (her çar parçeyên Kurdistanê)
Roja Sêyem 17ê Gulanê: Kongreya rêxistinî ya Hevgirtina NADA
10:00 – 10:15 Sînevîziyon: Çalakiyên herî girîng ên Hevgirtina NADA di salên (2021 – 2025) de
10:15 – 12:00 Rûniştina yekem:
Performansa Hevgirtina NADA
Dîwan: Dr. Encêla Al-Muaamarî, Dr. Hîbe Haddadîn, Selwa Gîga
Xwendina Rapora Hevgirtina NADA di Navbera salên (2021-2025) de
Nirxandina Performansa Hevgirtina NADA: Aliyên Erênî û Nerênî
12:00 – 01:00 Rûniştina Duyem:
Belgeyên Stratejîk
Dîwan: Buşra Alî, Hanan Osman, Dr. Abîr Hassaf
Pejirandina Belgeya Konfederasyona Jinan a Demokratîk a Cîhanî weke referanseke bingehîn ji bo Hevgirtina NADA
Pejirandina Belgeya Şoreşa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke referanseke bingehîn ji bo Hevgirtina NADA
Pesendkirina belgeya çarçoveyî û Rêziknameya Hevgirtina NADA
01:00 – 01:30 navbera çay û qehweyê
01:30 – 02:30 Rûniştina Sêyem:
Plan û pirsgirêkên stratejîk heta kongreya duyemîn a Hevgirtina NADA
Dîwan: Nîmet Koko, Zhûr El-Meşrîqî, Hacer Ozdemîr
02:30 – 03:30 Hilbijartin
Dîwan: Nîmet Koko, Dr. Encêla Al-Muaamarî, Buşra Elî
03:30 – 03:45 Daxuyaniya Dawî (Nûbahar Mustafa)
03:45 – 04:00 Gotina Dawî
04:00 – 05:30 Navbera xwarinê
05:30 – 07:00 Şeveke hunerî (Opêra, Govend)
Roja Çarem 18ê Gulanê
Gera arkeolojîk û turîzmê (vebijarkî)