Gelê navçeya Til Hemîs, Til Beraq, Çilaxa û tevahiya herêma Koçeratê Asayişa Rojavayê Kurdistanê bi tîlîlî û çepikan peşwazî û pîroz kir. Jinekê şekirokên bi xwe re anîn pêşiya asayişê bi tîliliyan belav kir û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Vegera Hêzên Ewlehiya Hundir a Rojavayê Kurdistanê dîmenên gelek hestewar û dilxweşiyê derdixe holê. Piştî bi cihbûna navçeyên Til Beraq û Til Hemîs îro jî bi vekişiyana komên Hikumeta Demkî ya Sûriyê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn ya Rojavayê Kurdistanê li derbasî navçeya Çilaxa û herêma Koçeratê bûn. Vegera hêzên asayîşê bû sedema dîmenên rengîn û hestewar. Gelê Kurd li hemû gund û bajarokan hêzên ewlehiyê bi slogan, tîlîlî û çepikan pêşwazî kir.
Bi şekirokan pêşwazî kirin
Li daketina navçeya Çilaxa û herêma Koçeratê de jin, zarok, pîr û kalan hêzên asayîşê pêşwazî kirin. Bi taybetî jinek şekirokên bi xwe re anîn derket pêşiya hêzên asayîşê û bi tîlîliyan şekirok belav kirin. Di her tîliliyê de tejî destê xwe şekirok kirin û di ser serê hêzên asayîşê de avêtin. Hêjayî gotinê ye ku Kurd wekî pîroziyek kêf û xweşiyan bi vî awayî şekirokan belav dikin.
Ev hefteyeke komên girêdayî Şamê di çarçoveya Peymana 29ê Çile de ji herêma Kurdistana Rojava vedikişin û li şûna wan hêzên Ewlehiya Hundir a Rojava ji nûve bi cih dibin.













