Komîteya Koçberên Serêkaniyê ragihand ku ew dosyaya vegera şêniyan bo malên xwe dişopîne û eger tu geşedanek der barê mijarê çêbû ew ê agahdariya pêwist bike.
Di çarçoveya Peymana 29ê Çile de vegera niştecihên Serêkaniyê tê nîqaşkirin û derketina dewleta Tirk tê xwestin. Li ser mijarê Komîteya Koçberên Serêkaniyê ragihand ku ew dosyaya vegera şêniyan bo malên xwe dişopîne û eger geşedanek der barê mijarê de çêbû dê agahdariya pêwist bike.
Komîteyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi awayekî çalak dosyaya koçberan gotûbêj dike û dişopîne da ku ji bo vegerke bi rûmet şert û mercên ewle peyda bike. Komîteyê destnîşan kir ku li gorî pêşketinan dê gel agahdar bike û her wiha ji bo vegerê jî kar û barên pêwist rêxistin bike.













