Rejîma Îranê ku cezayê darvekirinê wekî amûreke zextê li dijî gel bi kar tîne, bi hinceta ku tevlî çalakiyên meha Çileyê bûne, her du girtiyên Kurd Mehrdad Mihemedîniya û Aşkan Malekî bi dar ve kirin.
Binpêkirinên mafên mirovan û pêla darvekirinê ya rejîma Îranê ku li dijî çalakvanên siyasî û bi taybetî jî Kurdan bênavber didome. Li gorî nûçeya Ajansa Mîzanê ya girêdayî daraza rejîma Îranê, girtiyên Kurd ên bi navê Mehrdad Mihemedîniya û Aşkan Malekî li Girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatin darvekirin.
Ji rejîmê angaştên bêbingeh
Hate zanîn ku her du girtî, ji ber ku beşdarî çalakî û xwepêşandanên meha Çileyê bûne ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn girtin. Rejîma Îranê ji bo rewakirina van cînayetên xwe careke din serî li îdiayên xwe yên klasîk û bêbingeh da.
Di daxuyaniya daraza rejîmê de, her du girtiyên Kurd bi hinceta alîkariya Îsraîl û DYAyê hatin qetilkirin. Her wiha darazê bi tawana ‘Moharebe’ ango şerê li dijî Xwedê û dewletê komkujiyên xwe yên darvekirinê parast.













