• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komunên Jinan li hev civiyan: Aboriya hevpar jiyana komunal ava dike

Amed / AW

12 HEZÎRAN 2026 - 11:55
Kategorî: JIN
A A
Komên hilberînê yên Komunên Navendên Jiyanê yên Jinan ên li Amedê hatin bahev. Jinên ku di civînê de axivîn, destnîşan kirin ku modela aboriya hevpar jiyana komunal, çanda hevgirtinê pêş dixe û diyar kirin ku beşdariya wekhev a di pêvajoyên biryargirtinê de di jiyana wan de guherîneke berbiçav afirandiye.

Komên hilberînê yên Komunên Navendên Jiyanê yên Jinan ên girêdayî Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê û Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Parka 75an a navçeya Peyasê ya Amedê di civînekê de li hev kom bûn. Di civîna ku jinan serpêhatiyên xwe parve kirin de bal hat kişandin ser girîngiya modela hilberîna komunal û xurtbûna aboriya jinan.

‘Em wekî komekê difikirin û hildiberînin’

Di civînê de jinan diyar kirin ku beşdariya wekhev a di pêvajoyên biryargirtinê de di jiyana wan de guherîneke berbiçav afirandiye û wekî alternatîfeke domdar û bi bandor derketiye pêş. Rêvebera Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a ku di civînê de axivî, bal kişand ser hêza keda hevpar û wiha got: “Dema ku em ked, zanîn û serpêhatiyên xwe digihînin hev, em ne tenê ji aliyekî ve xurt dibin, lê her wiha em nêzîktirî hev dibin. Em êdî ne wekî kesên bi tenê, lê wekî komekê difikirin û hildiberînin.”

Ji bo pirsgirêkan çareseriyên komî

Jinan di civînê de, zehmetiyên ku di pêvajoyên hilberînê de derdikevin holê û rêbazên çareseriyê yên li ser bingeha tecrûbeyên jinan jî nîqaşkirin. Jinan di nava xwe de danûstandineke xurt a zanîn û tecrûbeyan pêk anîn. Jinan destnîşan kirin ku civînên bi vî rengî, hem ji aliyê tekakesî û hem jî ji aliyê civakî ve jinan bi hev re girê dide û beşdariya wan a di qada giştî de xurttir dike.

Aboriya hevpar bingeha jiyana azad e

Beşdaran anîn ziman ku aboriya hevpar di avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azad de roleke sereke dilîze. Hat destnîşankirin ku ev modela ku ji aliyê jinan ve hatiye afirandin, ne tenê aboriyê, di heman demê de jiyana komunal, hevgirtin û azadiya jinan jî diparêze.

Civîn, bi biryara xurtkirina torên hevgirtinê û berfirehkirina qadên xebatên hevpar bi dawî bû. Ev kombûnê careke din nîşan da ku jin bi rêxistinbûn û hilberîna xwe ya komî, ber bi avakirina jiyaneke wekhev û komunal ve gavan diavêjin.

Etîket: KomunKomunên Navendên Jiyanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

11 HEZÎRAN 2026
Li Şengalê li ser avakirina komînan perwerde hat dayîn

Li Şengalê li ser avakirina komînan perwerde hat dayîn

6 HEZÎRAN 2026
Ciwan li Amedê GÎB-DERê ava dikin: Komunên azad prototîpa civaka nû ne

Ciwan li Amedê GÎB-DERê ava dikin: Komunên azad prototîpa civaka nû ne

22 GULAN 2026
Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî: Em ê rêxistinkirina komunan bi hev re ava bikin

Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî: Em ê rêxistinkirina komunan bi hev re ava bikin

29 NÎSAN 2026
Li Key Mayê her tişt bi destê komuna jinan dipije

Li Key Mayê her tişt bi destê komuna jinan dipije

6 MIJDAR 2025
Navenda parvekirina jiyanê: Komun

Navenda parvekirina jiyanê: Komun

2 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta Serok Apo azad nebe, em ji pêvajoya aştiyê bawer nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Kopê şitil li jinan belav kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala hevdîtinên ciwanan dest pê dike: Armanc hevgirtin û jiyana komunal e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Erxeniyê bi navê Gulîstan Dokûyê parkek vekir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedekariyên ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ bi dawî bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (329)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne