Amed – Hevşaredarên Akdenîza Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan li ser polîtîkayên qeyiman û konferansa Rêveberiyên Herêmî dan zanîn ku qeyim talane ku demokrasiyê ji holê radike û destnîşan kirin ku heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê jî li pêş bikeve.
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk ku li Amedê hate lidarxistin çar rojan berdewam kir. 6 û 7ê Hezîranê Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk bi dirûşma “Bi îradeya jinan em dibin komun, bi rêveberiyên herêmî civaka azad dihûnin” li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin. Dû re di 8 û 9ê Hezîranê jî li Çand Amedê Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a Giştî hate lidarxistin. Di konferansê de li ser rêveberiyên xwecihî ya komunal û rê û rêbazan nîqaş hate kirin. DEM Partiyê piştî konferansa 4 rojan duh encamnameyê jî parve kir. DEM Partiyê destnîşan kir ku şandeya bingehîn a demokrasiyê komun e, cihê îdarî û rêveberiyê ya komunê jî şaredarî ne û ragihand ku dê pergala qeyiman têk bibin û hevserokatiyê belavî her qadê bikin.
Hevşaredarên Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan ku qeyim tayînî şûna wan hatiye kirin, li ser polîtîkayên qeyiman û konferansê ji Ajansa Welat re axivîn.
‘Zîhniyeta qeyim niha belavî hemû Tirkiyeyê bûye’
Hoşyar Sariyildiz diyar kir ku hêj dû meh li ser hilbijartinên 2024an derbas nebûbû, dewletê dest bi tayînkirina qeyiman kir û wiha got: “Di serî de li Colemêrgê dest pê kirin, pişt re li Mêrdîn, Elih û şaredariya me ya Akdenîzê qeyim hate tayîn kirin. Em di serî de jî vê tiştê dibêjin, qeyim ne tenê avahiyeke ku ji destê rêveberan derxistin e. Qeyûm wekî zîhniyetekê, rejîmekê demokrasiyê ji holê radike. Îradeya gel xesp dike û destkeftiyên gel ji holê radike. Zîhniyeta qeyim ku li dijî gelê Kurd û partiya me dest pê kir, niha jî belavî hemû Tirkiyeyê bûye. Weke rejîmekê hêdî hêdî makezagonê ji holê radike û demokrasiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hedef kiriye. Em vê zîhniyetê jî qebûl nakin û em dizanin ku gelê Kurd çawa di her hilbijartinê de xwedî li îradeya xwe derketiye, we îro jî, di hilbijartina pêşiyê de jî îradeya xwe xurttir bike û xwedî lê derkeve.”
‘Civaka demokratîk û aştiyek mayînde tê armanckirin’
Hoşyar Sariyildiz anî ziman ku ew îro di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û wiha pê de çu: “Îro di nav civaka Tirkiye û Kurdistanê de aştî tê xwastin û birêz Abdullah Ocalan weke sermuzakerevanekî vê pêvajoyê dimeşîne û niha jî civaka demokratîk û aştiyek mayînde tê armanckirin. Pêvajoyeke ewqas taybet e, tê xwestin pirsgrêka Kurd a 100 salî di nav Tirkiyeyê de were çareserkirin lê îro berdewamkirina polîtîkayên qeyiman jî aloziyek e. Hevalên di zîndanan de yên nexweş û yên sih salî divê bên berdan, divê polîtîkayên qeyiman rabe.”
‘Komun hevî û parvekirin e’
Hoşyar Sariyildiz li ser Konferansa Rêveberiyên Herêmî da zanîn ku armanca wan ew e ku zîhniyeta qeyim bi temamî ji holê rakin û ev tişt gotin: “Weke birêz Abdullah Ocalan gotiye, qeyim zîhniyeteke li dijî demokrasiyê ye. Em jî dibêjin ku heger şaredarî komun be, demokrasiya Tirkiyeyê jî dê pêş bikeve û pirsgrêka Kurd wê bê çareserkirin. Armancek vê konferansê jî ev e. Heger em hişmendiya jiyana komunal di nav xwe de bidin rûniştandin û pirsgrêkên di nav xwe de çareser bikin xurt û zîrek dest xebatên xwe bikin em ê bigihin armanca xwe û gelê xwe jî bigihînin azadî û demokrasiyê. Komun hevî ye, îro komun parvekirine û afirandina jiyana mirovî ye. Jiyana komunal bê ava kirin, ne tenê kes, civak jî dê bigihê armanca xwe, civak jî dê pê serbilind bibe û destkeftiyên gel jî dê bên parastin. Ji ber vê yekê ye ku em dixwazin şaredariyên xwe di bin hişmendiya jiyana komunal de ava bikin.”
‘Qeyim bi xwe hovîtiyek e, talankirin e’
Nuriye Arslan jî da zanîn ku dema behsa polîtîkayên qeyiman tê kirin, lazim e mirov dîroka derbarê vê de bîne bîra xwe û ev tişt gotin: “Ji ber ku polîtîkaya qeyim ji 2016an û şûn de li dijî destkeftiyên gelan hat pêşxistin, ev yek vîna gel desteser dike. Qeyim bi xwe hovîtiyek e, talankirin e, hovîtiyek e ku mafê mirovan nas nake û demokrasiyê bi temamî ji holê radike. Wekî mînak ez bêjim hevşaredarekî ku bikeve nav kêmasiyekê an hewcehiya bi lêpirsînê bigirin hebe jî, li şûna wî ji Meclisê kesek tê hilbijartin, ji bo ku ew pêvajo berdewam bike, lê belê hişmendiya qeyim ne tenê desteserkirina hevşaredariyê ye, her wiha fesixkirina meclisê ye jî. Di navbera gel û şaredariyê de hemû rêyan digire. Ji ber ku em hemû jî pir baş dizanin, her wiha endamên meclîsê jî ji aliyê gel ve di hilbijartinan de têne hilbijartin, di navbera şaredariyê û gel de wekî pirekê ne û qeyim vê pirê ji holê radike. Bi temamî em bêjin pêkhatiyeke antîdemokratîk e, ne li gorî ruhê demokrasiyê tevdigere.”
‘Derdê qeyim ne gel e, tenê talankirin e’
Nuriye Arslan anî ziman ku qeyim vîna gelê Akdenizê desteser kiriye û wiha berdewam kir: “Belê lazim e gelê me vê tiştê bizanibe, qeyimên beriya niha ku dihatin ser şaredariyan, derdiketin nav gel, lê belê qeyimên pêvajoya dawî nikarin derkevin nav gel. Bi temamî xwe di odeyê de digirin û hemû malê şaredariyê dirêvînin, difiroşin, şaredariyê talan dikin û vala dikin. Niha qeyimê Akdenîzê jî di wê rewşê de ye û em jî di nav gelê xwe de ne. Gel jî ji vê rewşê gelekî aciz e, dema ku me dibînin dibêjin ‘ka hûn ê kengî werin ser peywira xwe?’ Ji ber ku bi vî awayî xizmetek ji gelê Akdenizê re nayê pêşkeşkirin, bi temamî mexdûr têne hiştin. Yanî derdê qeyim ne gel e, tenê talankirin e.”
‘Paradîgmaya me hemû gelan di nava xwe de dihewîne’
Nuriyê Arslan li ser konferansa rêveberiyên herêmî jî axivî û ev tişt gotin: “Du sal in ku me hilbijartin li pey xwe hişt, her du salan carekê ez bêjim di serî de pêşcivînên herêmî têne girtin, hem civînên me yên jinan di serî de hatin girtin, pişt re jî civînên giştî hatin girtin. Pirsgirêk, tiştên ku me kirine û me nekirine kêm û zêde hemû di van civînan de têne nîqaşkirin. Bi rastî jî konferansên me xwedî biryarên girîng in, biryarên girîng têne girtin ji bo pêşeroja gelê me, ji bo civaka me, ku bi taybetî di vî hêla pêvajoyê de ku çawa em dikarin ji pêvajoyê re bibin bersiv, nîqaşên gelekî girîng hatin kirin di konferansa me de. Yanî em vê baş dizanin, heya ku em di rêveberiya xwecihî de bi ser nekevin, serkeftina giştî ne gengaz e. Lazim e mirov di serî de civakeke giştî bi rê ve bibe ku mirov bikaribe bigihe armanceke wekhev an jî paradîgmaya me ya ku bigihe armanca xwe, ji ber ku paradîgmaya me ne tenê ji bo zimanekî an xalekî ye, ji bo hemû gelan paradîgmayek e ku hemû gelan di nav xwe de dihewîne.”













