• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Şirnexê Seyîd Riza û hevrêyên xwe hatin bibîranîn

    Li Şirnexê Seyîd Riza û hevrêyên xwe hatin bibîranîn

    Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

    Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

    Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

    Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

    88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

    88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 15ê MIJDARA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Şirnexê Seyîd Riza û hevrêyên xwe hatin bibîranîn

    Li Şirnexê Seyîd Riza û hevrêyên xwe hatin bibîranîn

    Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

    Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

    Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

    Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

    88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

    88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 15ê MIJDARA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komxebata DEM Partiyê: Divê gelê Kurd ji bo aştiyê tifaqa xwe pêk bîne

Amed / AW

26 NÎSAN 2025 - 11:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêxistina DEM Partiyê bi navê “Misogeriya Aştiyê, Avakirina Civakeke Demokratîk e” li Çand Amedê komxebatek li dar xist. Di komxebatê de hate destnîşankirin ku divê gelê Kurd ji bo aştiyeke mayînde tifaqa xwe pêk bîne.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi navê “Misogeriya Aştiyê, Avakirina Civakeke Demokratîk e” li Çand Amed (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) komxebatek li dar xist. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û hevşarêdarên navçeyên Amedê di nav de gelek kes beşdarî komxebatê bûn.

‘Divê em bi awayekî xurt bibin bersiv’

Di kombeta ku bi rêzgirtinê dest pê kir de ewilî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn axivî. Dogan Hatûn bal kişand ser Konferansa Yekrêziya Kurdî ya li Rojava û jê re serkeftin xwest. Dogan Hatûn qala pêvajoya heyî kir û wiha got: “Di vê pêvajoyê de çi bikeve ser mile me divê em bikin. Divê em bi awayekî xurt bibin bersiv. Û li qadan bixebitin. Weke rêveberiyên herêmî çi kêmasiyên me hebin em rîca dikin ku ji me re bêjin. Pêşniyarên we çi hebin em biaxivin. Ez careke din serkeftinê ji konferasna li Rojava dixwazim û çi pirsgirêkên me hebin em ê wan diyar bikin û em axa xwe rizgar bikin.”

‘Meşa gelê Kurd meşa aştiyê ye’

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Me xwest em bi rûspî û hemû sazî û dezgehên xwe re civînekê li dar bixin û xwestin vê rêyê bi hev re bimeşînin. Bi salan e em têdikoşin û gelek bedel dan. Li ser axa me hemû nirxên me şerekî qirêj tê meşandin. Em niha aştiyekê dixwazin bila hemû kurd bibin yek. Me çawa bi vê têkoşînê xwe bi dinyayê da nasîn, meşa gelê kurd îro meşa aştiyê ye. Bi salan e şer heye lê li pey wê jî aştî heye. Mirov bi kesên pê re şer dike aştiyê dike. Divê di navbera me kurdan de tu pirsgirêk neminin ku em bibin tifaq û dest bidin hevdû û bêjin li vir in. Heke em ne bi qewet bin em nikarin vê aştiyê ava bikin. Ji ber vê Tifaqa gelê kurd gelekî mûhîm e. Ev kar kare me ye. Em ê bi hev re bimeşînin.”

‘Bi pergala netew dewletê gelek pirsgirêk derketin holê’

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî qala pêvajoya heyî kir û wiha got: “Em silavên xwe pêşkeşî rêzdar Abdullah Ocalan dikin ku ev pêvajo daye destpêkirin. Birêz Abdullah Ocalan divê em li xwe bizivirin. Gelê kurd ji bo nasnameya xwe biparêze gelek li ber xwe da. Bi pergala netew dewletê gelek pirsgirêk derketin holê. Gelekî ku çand û zimanê wî hatiye qedexekirin. Rastiyeke me ya gel heye. Bi têkoşîna bi salan e hatiye dayîn ev çand û ziman hatiye parastin.”

‘Divê em jiyana birûmet û azad birêxistin bikin’

Abbas Şahîn bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewletê û wiha got: “Heke em bixwazin aştiyê ava bikin divê em ewilî civakeke demokratîk pêk bînin. Ji bo ku civakeke demokratîk û aştî were avakirin gelê kurd têdikoşe. Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bangek kir. Divê em vê yekê bi gelê xwe re nîqaş bikin ku pirsgirêkên civakî em ê çawa çareser bikin. Divê em jiyana birûmet û azad birêxistin bikin. Heke em civakê, pergala hiqûqê nekarin biguherînin em nikarin serbikevin. Ji ber birêz Abdullah Ocalan ev yek dît ev bang kir. Êdî avakirina civaka demokratîk dikeve li ser milê me.”

‘Hêviya ku li Qamişloyê mezin bûye bila li hemû Kurdistanê belav bibe’

Parlamenter Berîtan Guneş jî diyar kir ku konferans ji bo yekitiya gelê kurd hêviyê dide û konferans silav kir. Berîtan Guneş wiha got: “Ev komxebata ku îro li vir e berdewama konferansa li Qamişloyê ye û ji bona çareserkirina pirsgirêka kurd dê xebatên xwe bimeşîne. Ji bo ku em vê yeke fêm bikin divê em banga rêzdar Abdullah Ocalan dîsa bînin ziman. Di wir de banga aştî û civaka demokratîk hebû û ji bo hemû gelan bû. Ew bang îro dîsa xwe nişan dide. Îro ew hêza çareseriyê ya dixwazin ji gelê kurd bistînin em dixwazin bidin jiyîn. Em ê rê nedin ku şerê taybet li gundan, bajar, Kurdistanê ji bo hemû civakê pirsgirêkan zêde bike. Em ê gotin û helwesta xwe ya ji bo aştiyê bikin yek. Em ê bi vê kargehê banga 27ê Sibatê misoger bikin. Heke em misoger nekin em nikarin aştiyê pêk bînin. Ew dixwazin hêviya ku li Qamişloyê mezin bûye ji bo hemû gelê Kurdistanê belav bibe. Em salên di nava aştiyê de ava bikin.”

Paşê komxebatê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: Abdullah OcalanaştîDBPDEM PartîKomxebattifaq
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Keskîn Bayindir: Ji Dêrsimê heta Cizîrê divê birînên Kurdan bên dermankirin

Keskîn Bayindir: Ji Dêrsimê heta Cizîrê divê birînên Kurdan bên dermankirin

15 MIJDAR 2025
Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

14 MIJDAR 2025
Saruhan Oluç: Rejîma qeyûman wê êdî bi dawî bibe

Saruhan Oluç: Rejîma qeyûman wê êdî bi dawî bibe

14 MIJDAR 2025
Abdullah Zeydan: Divê dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê gav biavêje

Abdullah Zeydan: Divê dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê gav biavêje

14 MIJDAR 2025
Dayika sê cangoriyan: Divê ewil Serokê me azad bibe

Dayika sê cangoriyan: Divê ewil Serokê me azad bibe

13 MIJDAR 2025
Narîn Gezgor: Em bi fikra ‘bîrdoziya jinan’ çalakiyên 25ê Mijdarê li dar dixin

Narîn Gezgor: Em bi fikra ‘bîrdoziya jinan’ çalakiyên 25ê Mijdarê li dar dixin

13 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (221)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne