• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parêzvanên mafên mirovan: Girtiyên nexweş berdin

Navenda Nûçeyan /AW

12 TÎRMEH 2025 - 17:03
Kategorî: ROJANE
A A
Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol, Îzmir û Enqereyê çalakî pêk anîn û diyar kirin ku girtiyên nexweş Emîn Gurban, Perîhan Sevda Erkilinç û Mehmet Emîn Vûral nikarin bi serê xwe bijîn. Parazvanên mafên mirovan xwestin demildest serbest bêne berdan.

Saziyên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş ji bo girtiyên nexweş serbest bêne berdan çalakiyên xwe yên “Rûniştina F” li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê berdewam kirin.

Îzmîr

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê di hefteya 356emîn de ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbankê ya li Konakê çalakiya xwe ya rûniştinê ya du hefteyan carekê li dar xist. Pankarta bi nivîsa “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemine, nebe şirîkê sûc” hat vekirin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê rewşa Emîn Gurban, ku bi nexweşiya giran e û li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Eregli tê girtin, destnîşankirin.

Rêvebera Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Parêzer Îpek Sarici diyar kir ku Emîn Gurban 29 sal in girtî ye û got: “Ji ber şert û mercên dirêj ên girtîgehê gelek nexweşî derketine holê. Di sala 2018’an de ji gurçikê emeliyat bû û malbata wî di wextê xwe de nehatiye agahdarkirin. Di Îlona 2022’yan de, piştî muayeneya çavan li Nexweşxaneya Dewletê ya Seka a Îzmîtê, teşxîsa presbiopiyê lê hat danîn. Tansiyona wî ya zede heye û pêdivî bi parêzê heye. Di 6’ê Kanûna 2022’yan de ew dîsa şandin nexweşxaneyê û şeş rojan li wir ma. Di testan de di demarên sereke yên ji stû ber bi mêjî ve diçin de astengî hatiye dîtin û ji sedî 60 zirar daye mejî. Di heman rojê de, beşa norolojiyê ya nexweşxaneyê raporek weşand û tê de Sendroma Felca Serebellar a G46.4 û Nexweşiyên Serebrovaskuler ên G46.8, tevî sendromên din ên demarên mejî, teşhîs lê hat danîn. Di raporê de her wiha hatiye gotin ku nexweş nikare pêdiviyên xwe dabîn bike û ji ber hewcedariya wî bi lênêrîna domdar heye pêdiviya wî bi alîkarekî heye.”

Îpek Sarici diyar kir ku Emîn Gurban ku paşê ji bo Eregliyê hatiye veguhastin, di 5’ê Cotmeha 2023’yan de krîzê li dilê wî xistiye. Di du demaran de astengî hatine dîtin û di yekê de stent hatiye danîn. Di 16’ê Nîsana 2025’yan de, di demarên stuyê yên ku diçin mêjî de astengî hatiye dîtin. Sarici got: “Eşkere ye ku Emîn Gurban ji ber nexweşiyên xwe yên giran û xetereyên tenduristiyê yên ku vê nexweşiyê çêdikin, nikare di girtîgehê de bimîne. Em daxwaza berdana wî dikin da ku ew bikaribe di şertên baş de li nêzîkî malbata xwe were dermankirin.”

Stenbol

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hefteya 694emîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li ber avahıya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa tenduristiyê ya Perîhan Sevda Erkilinç ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, hat sekinandin. Pankartên bi nivîsên “Dermankirin mafek e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin û her wiha dirûşmeyên wekî “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e” hatin berzkirin.

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHDê Mukaddes Şamîloglû daxuyanî da û got: “Bi Perîhan Sevda Erkilinçê re bi nexweşiya çolyak, astima kronîk û ekzema berbelav heye. Ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehê û nebûna parêzeke taybetî ya bêgluten, muayeneyên birêkûpêk û dermankirina ku pêdivî pê heye, rewşa wê bi lez xirabtir bû û ev yek bû sedema îshala domdar, vereşîn, serêş, kuxik, bêserûberiya tansiyonê, qelsî û westandinê. Erkilinç di sibeha 10ê Tîrmehê de ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bakirkoyê Dr. Sadi Konûk hat veguhastin. Di dema veguhastinê de, li Erkilinçê muayeneya kelemçekirî hat ferzkirin û bêyî ku were muayene kirin, ew şandin girtîgehê.”

Di heman demê de, Jin Bi Hev Re Bi Hêz In (KBG) piştî ku li ber avahiya PTT ya li Kadikoyê civîneke çapemeniyê li dar xist, daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Dadê kir û daxwaza dermankirin û xwarina bê gluten a Sevda Erkiliçê kir.

Enqere

Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş hefteya 566emîn a çalakiya xwe li Kolana Sakaryayê li dar xist.Vê hefteyê rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Vûral ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Rehabîlîtasyonê ya Metrisê tê girtin, hat destnîşankirin.

Endamê ÎHD’ê Tanju Gunduzalp ku daxuyanî da, got: “Mehmet Emîn Vural ku di sala 1986’an de ji dayik bûye, ji sala 2016an vir ve di girtîgehê de ye. Ji sedî 61’ê wî ji dema ji dayikbûnê seqet e, lingê wî ji cihê xwe derketiye û ji ber vê yekê gelek caran emeliyat bûye. Berî girtina xwe, dema ku li Zanîngeha Çûkûrova ya li Edenyê li benda emeliyatê bû, ew hat girtin û şandin Girtîgeha Kurkçulerê. Dema ku hewl dida li wir derman bibe, ji nişka ve sirgûnî Girtîgeha Hatayê hat kirin. Ji ber ku ew nekarî li Girtîgeha Hatayê derman bibe û ji ber kêmasiya nexweşxaneyê, ew dîsa şandin Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê. Wî xwesteka xwe ya ku derkeve pêşberî desteyê diyar kir û piştî têkoşîneke dirêj, ew du caran derket pêşberî desteyê. Di rapora desteyê ya yekem de hat gotin ku ew dikare ‘di girtîgehê de bimîne’, lê di rapora duyemîn a desteya bilind de hat gotin ku ‘ev celeb emeliyat li girtîgehê ne guncaw e, ji ber vê yekê ew dikare were paşxistin û ew ne hewceyî emeliyata lezgîn e.’ Berê, bijîşkên heman nexweşxaneyê gotibûn, ‘Bêyî vê emeliyatê, şansê başbûnê sifir e û heke ew bi derengî bê xistin êdî wê protez jî bi kêr neyê. Ji ber ku her roja ku derbas dibe, hêlîna kulîmekê dimehe.’ Çendî wiha hatibe gotin jî, biryarên wiha hatin dayîn.”

Tanju Gunduzalp destnîşan kir ku girtiyê nexweş ji bo domandina jiyana xwe têdikoşe û got: “Ew 10 sal in ji ber êşa xwe her cure dermanên êşbir û rihetkerên masûlkeyan bi kar tîne, lê derman bêbandor in. Ew nikare bimeşe û bisekine. Ew nikare li tu derê rûnê û ji ber ku bi salan e klozet tune ye, her çûna lavaboyê îşkence ye ji bo wî. Ew nikare li tu derê rûnê, ji bilî li ser kursiyekê û heta wê demê jî, ew dikare herî zêde 10 deqeyan li wir rûnê. Ji ber ku ew piraniya roja xwe di nav nivînan de derbas dike, li pişta wî birîn çêbûne û ji ber bêçalakiya wî, ew ji ber bêlêviûtevgeriyê bi zorê nefesê distîne. Rizîna hestiyê ranên wî pêşve çûye û rewşa wî xirabtir bûye. Di destpêka 2025’an de, ew ji bo dermankirinê veguhastine Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê.”

Tanju Gunduzalp xwest Mehmet Emîn Vûral tavilê bê berdan.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

25 HEZÎRAN 2026
Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

25 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

25 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

25 HEZÎRAN 2026
Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

25 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo mitîngê gazî kirin: Aştî û azadî weke nan û avê ferz e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (696)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne