• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Dayikên Aştiyê: Em ê heta azadiyê têbikoşin

Amed / AW

18 COTMEH 2025 - 13:28
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Konferansa Dayikên Aştiyê ya 3yemîn ku dê du rojan bidome dest pê kir. Di konferansê de girîngiya têkoşîna aştiyê ya dayikan hate bibîrxistin û hate gotin ku dayik dê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd û mafên gelê Kurd bi dest bixin têkoşîna xwe bidomînin.

Meclisa Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiya mayînde ne” konferansa xwe ya 3yemîn li dar xistin. Konferans li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê hate lidarxistin. Dayikên Aştiyê yên ji Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê tev li konferansê bûn. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, aktîvîstên TJAyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek dayik beşdarî konferansê bûn.

Hemû dayik bi laçikên xwe yên spî beşdarî konferansê bûn û hundirê eywanê veguharandin xemla aştiyê. Konferansê bi rêzgirtina ji bo têkoşîn û keda cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Dayika Aştiyê Murvet Demîr ve hate kirin.

Piştre sînevziyona ku qala têkoşîn û berxwedana dayikên aştiyê dikir hate pêşandan. Paşê jî ji bo konferansê dîwan hate hilbijartin. Li ser navê dîwanê Hafîze Îpek axivî û qala girîngiya têkoşîna Dayikên Aştiyê kir.

Aktîvîsta TJAyê Fatma Ablay jî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend.

Serra Bucak: Bila konferans bibe sedema azadiyê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî axivî û bixêrhatina dayikan kir û wiha got: “Em îro pir bi kelecan in. Ewqas dayik li Amedê kom bûn e, ev cihê kelecanê û kêfxweşiyê ye. Têkoşîn û berxwedana we têkoşîna me xurt dike. Di şexsê dayika Sakîne Arat de hemû dayikên ku jiyana xwe ji dest dane bi hezkirin û hurmet bi bîr tînim. Ez hêvîdarim ku ev konferans bibe sedema azadî û aştiyê.”

Bi du axaftina Bûcak re peyama Rojava ya bi video hate nîşandan. Di peyamê de konferans hate silavkirin û behsa girîngiya têkoşîna ji bo aştî û azadiyê hate kirin.

Alokmen: Em ê dest ji daxwaza azadiya Ocalan bernedin

Li ser navê TJAyê jî Hulya Alokmen axivî û bixêrhatina dayikan kir û ev yek anîn ziman: “Dema ku navê dayikên aştiyê di nava hevokan de derbas dibe, hemû dinya li ber têkoşîna wan rêz digire. Her dem bi berxwedan û têkoşîna xwe kirin ku hemû cîhan li ber we bisekine. Têkoşîna we her dem rêya têkoşîna jinan ronî dike û vedike. Em ji bo azadiya birêz Ocalan bênavber têkoşîna xwe didomînin. Em ê dest ji daxwaza azadiya birêz Ocalan bernadin. Rêya me dûr û dirêj e. Rêya aştiyê zor û zehmet e. Tevî ku zor û zehmet be jî em ê aştiyê bînin vî welatî. Em ji bo ciwan û zarokên xwe rojên azad û aştî dixwazin.”

Dayikên Plaza De Mayo konferansê silav kirin

Dayikên Plaza De Mayo peyam ji bo konferansê şandin. Dayika Aştiyê Nezahat Teke peyama Plaza De Mayo xwend. Di peyamê de hate diyarkirin ku dayikên Plaza De Mayo têkoşîn û berxwedana dayikên Kurd silav dikin.

Peyama xwişka Mazlum Dogan, Serap Mutlu Dogan jî hate xwendin.

Ayşegul Dogan: Gotin têra têkoşîna we nakin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî axivî û bixêrhatina dayikan kir. Ayşegul Dogan bal kişand ser têkoşîna aştiyê ya dayikan û wiha axivî: “Bi rastî gotin li hemberî we û pêşiya we tiştekî hêsan nîn e, tiştekî giran e, berpirsiyarek mezin e. Ez li ser navê partiya me ked û têkoşîna we pîroz dikim û mala we ava. Ger em îro li vir hatibin cem hev û gihabin vê qonaxê bi saya têkoşîna we û wan zarokên we çeleng û leheng in. Çi hebe ya we ye û we kiriye. Çiqas xwestin Kurdistanê bikin cihê zolm û zordariyê, lê bi pêşengiya we me pêşî li wê zilmê girt. Hûn wekî pola ne û hûn neşikestin. Em bi sê çar kesan gihîştin bi milyonan kesan. Ev bi saya têkoşîna dayikan e. Em wek gelê Kurd kesên xeraker nîn in. Me çi ji xwe re xwestibe me ji der û cîranên xwe re jî xwestiye. Em ji rojên tarî û rojên tadeyî li me dihat kirin hatin van rojan. Me zimanê kesî qedexe nekiriye, me nasnameya kesî inkar nekiriye, me zilm û neheqiyê li kesî nekiriye. Me her dem wekheviyê xwestiye. Me daw û doza ziman û nasnameya xwe û hebûna xwe kiriye. Ji van daxwazan tiştekî xwezayî heye, naxêr nîn e. Gotin têra têkoşîn û keda we nakin. Hûn bûn pêşeng û îro jî hûn in pêşengên jiyana azad.”

Girîngiya yekîtiya gelê Kurd

Li ser navê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd jî Sultan Yaray axivî û konferansê li dayikan pîroz kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna dayikan û girîngiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Sultan Yaray bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û got ku ew ê yekîtiya demokratîk a gelê Kurd xewn û xeyala bi salan a dayikan e ava bikin.

Peyamek jî ji Ewropayê ji bo dayikan hat

Seroka Konseya Federasyona Ewropa-Akdenîz Nassera Koutor jî peyamek bi dîmen ji bo konferansê şand û li peyamê hate temaşekirin. Bi du temaşekirina peyamê re Nezahat Teke peyama bi Kurdî jî peyama Federasyonê xwend.

Komîteya Malbatên Windayên Lubnanê jî nameyek ji bo konferansa dayikan şand û hate xwendin.

 

Etîket: Ayşegul DoganÇand AmedKonferansa Dayikên AştiyêMurvet DemîrNezahat TekePlatfroma Yekîtiya Jinên KurdSerra BucakTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Bila ev 8ê Adarê bibe wesîleya yekîtiya jinên Kurd’

‘Bila ev 8ê Adarê bibe wesîleya yekîtiya jinên Kurd’

3 ADAR 2026
Li  Sêrtê jin bênavber mal bi mal xebatên 8ê Adarê dikin

Li  Sêrtê jin bênavber mal bi mal xebatên 8ê Adarê dikin

2 ADAR 2026
Li Îzmîrê Starta 8ê Adarê: Em ê bibin hêza pêşeng a pêvajoya aştiyê

Li Îzmîrê Starta 8ê Adarê: Em ê bibin hêza pêşeng a pêvajoya aştiyê

28 SIBAT 2026
Hevdîtina jinan a DEM Partiyê hate betalkirin

Hevdîtina jinan a DEM Partiyê hate betalkirin

28 SIBAT 2026
‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê birêz Ocalan demildest azad be’

‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê Birêz Ocalan demildest azad be’

27 SIBAT 2026
Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite

Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite

25 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê êrişên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Yekîtiya jinan dê yekîtiya neteweyî ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gulten Kişanak: Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • CENTCOM: Li Kuweytê 3 balafirên şer bi xeletî hatin xistin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (92)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne