Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi beşdariya nêzî 300 delegeyî dest pê kir. Bernameya konferansê jî hate aşkerekirin.
Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi dirûşma “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekitiya Neteweyî ya Kurd Misoger Dibe” li hola bexçeyê Azadî ya li bajarê Qamişlo dest pê kir.
Ji partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rojnamevan, rêxistin û tevgerên jinan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji Heleb û Şamê nêzî 300 delege li konferansê amade ne. Konferans bi axaftina Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Endama Komîteya Amadekar a Konfransê Perwîn Yûsif dest pê kir. Perwîn Yûsif piştî bi xêrhatina beşdaran kir got: “Bi vê konferansê wê bingehê dîrokeke nû, bingehê yekitiya gelê Kurd bi pêşengtiya jina Kurd bê nivîsandin. Jinan çawa li Rojava di hemû qadan de pêşengtî kir, dê di avakirina Sûriyeya demokratîk de jî pêşengtiyê bikin.”
Piştî deqeya rêzgirtin, bernameya konferansê hat aşkerakirin.
Li gorî bernameya konferansê wê piştî xwendina rewşa siyasî ya li Kurdistan û Sûriyeyê, rûniştina`nirxandina rewşa siyasî` pêk bê û li ser nîqaş bê kirin. Piştre dê reşnivîsa wesîqeya “Konferansa Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê” bê xwendin û nîqaş li ser bê kirin. Konferans wê bi encamnameyekê bê qedandin.