Li bajarê Marsîlya yê ku li Fransayê wek navendeke girîng a çalakiyan tê zanîn, Kurdistaniyan ji bo piştgiriya berxwedana Rojava çalakiyeke girseyî li dar xistin.
Bi sedan kurdên li Marsîlyayê dijîn li qadên bajêr kom bûn. Çalakvanan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” meşeke li dar xistin. Ji ber êrîşên li ser axa Rojava, çalakvanan hêrsa xwe bi vêxistina agir nîşan dan.
Li hinek kolanên navendî yên Marsîlyayê, ji ber agirê ku hatibû vêxistin trafîk bi temamî sekinî û dûmaneke reş li ser asîmanê bajêr belav bû.













