Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Kurdyar Direhî anî ziman ku di pêşeroja Sûriyeyê dê fedaral bibe û wiha got: “Rojhilata Navîn tê guherandin û cihê Kurdan jî dê hebe. Heke em yek bin û li ber xwe bidin em ê mafên xwe bi dest bixin.”
Çeteyên giredayî HTŞê û SMOyê bi piştgiriya Tirkiyeyê di 6ê Çileyê vir ve êrişên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Hezên Sûriya Demokratîk (HSD), Yekiniyên Parastina Gel (YPG) û Yekiniyên Parastina Jin (YPJ), ji bo çete derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê nebin parastina herême dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî êrişan banga seferberiyê kir. Ji bo rawestandina êrişan gelek hevdîtin di navbera Rêveberiya Xweser û hezên koalîsyonê de pêk hatin. Lê bêdengiya hêzên koalîsyonê didome. Tevî agirbesta ji aliyê hikumeta HTŞê ve hatibû ragihandin jî bajarên herêmên Rêveberiya Xweser ji aliye çeteyan ve hatin dorpêçkirin û şer û serhildana gel li herêmê didome.
Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Kurdyar Direhî, rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji Ajansa Welat re nirxand.
‘Baskên Tirkiyeyê yên li Şamê zext kirin ku êrişî Kurdan bikin’
Kurdyar Direhî anî ziman ku li Rojhilata Navîn nexşere diguherin û geşedanên li Suriye û Rojhilata Navîn jî bi wê ve giredayiyê. Kurdyar Direhî bal kişand ser civîna Parîsê ya di navbera HTŞ, Îsraîl û Tirkiyeyê de pêk hat û ev nirxandin kir: “Civîna Parîsê hatiyê li darxistin xalên wê nehatinê ragihandin. Lê rewşa ku diqewimê nişan dide ku hezên herêmî weke Îsraîl û Tirkiyeyê piştî ketina rejîma Esed ji bo ku xwe li Sûriyeyê bi hez bikin li hemberî hev in. Îsraîl başurê Sûriyeyê dixwazê Tirkiye jî bakur. Ji bo baskên Îranê bişkînin li hev kirin ku HTŞê bînin ser desthilatiya Şamê. Piştî civîna Parîsê başurê Sûriyeyê ket bin serweriya Îsraîlê. Li bakurê Sûriyeyê jî Tirkiye hertim hewl dida HTŞê ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk re şer bike. HTŞê ji bo vê ne amade bû. Lê serê salê gelek provakasyon çêbûn. Serokê Sûriyeyê demekê xuya nêkir. Piştrê derket ku di nav wan de jî pêvçûn çêbûyê. Diyarê ku baskên Tirkiyeyê yên di nava Şamê de ne zextên mezin kirinê ku berê Şamê bidin herêmên Kurdan.”
‘Hezên navneteweyî dixwazin li gor netewbûnê sînoran çêbikin’
Kurdyar Direhî diyar kir ku beriya civîna Hewlerê xalên peymanê hatibû amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê peyman hat çêkirin hezên HSDê vêkişin rojhilatê Firatê. Lê dûh vê êrişî aliyên Rojava kirin. Wê demê li Hewlerê jî civînek hebû. Wisa xuyayê ku peymana Hewlerê beriya şer destpêbike hatibû amade kirin. Dewletên Sûdî Erebîstan jî dixwazin Sûriyeyeke navendî ava bikin û Rêveberiya Xweser ji holê rakin. Diyarê ku di peymana Hewlerê de biryar hatiyê girtin ku HSDê li deverên ereban derkevin. Ew weke netew dinerin. Yanî hezên Kurd û hezên Ereb. Hezên navneteweyî weke Îsraîl û Amerîka dixwazin herême ne li gor biratiya gelan lê ber bi netewbûnê ve bikşînin. Piştrê jî Tom Barrack berê xwe da Şamê. Li Şamê jî beyî birêz Mazlûm Ebdî amade be peyman hat îmze kirin. Ji bo wê jî ew peymaneke navneteweyiyê ne peymaneke herêmî ye. 2 rê li ber HSDê hebûn an wê biketa şerekî navxweyî an jî ji bo parastina destkêftiyan dê wan herêman vêkişiyana.”
‘Li gor vê peymana di pêşeroja Sûriyeyê de herêmeke Kurdan a taybet dê çêbibe’
Kurdyar Direhî derbarê xalên agirbesta ji aliyê HTŞê ve hatibû ragihandin jî ev tişt anîn ziman: “Dûh li ser agirbestiyê gelek xal hatin ragihandin. Ew xal gelek nakok bûn. Ew xal ne yê serekê bûn. Tom Barrack jî daxuyanî da got me Peyman îmze kiriyê niha ya herî girîng ma ye ku em dê çawa xalan diyar bikin. Amerîka û koalisyon destê xwe ji HSDê vênakşînê. Dixwazin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke herêmên Kurdî diyar bikin. HSDê jî xwe li vê xete bi cih dike. Li gor vê peymana di pêşeroja Sûriyeyê de herêmeke Kurdan a taybet dê çêbibe. Ne weke dema berê bibe.”
‘Li Sûriyeyê çareseriyeke mayindê pêşnakeve’
Kurdyar Direhî destnîşan kir ku heke agirbesteke di pêşerojê de be ragihandin jî çareseriyeke mayinde li Sûriyeyê pêş nakeve û wiha pê de çû: “Li gor min peyman dê demdirêj nebe. Çareseriyeke mayindê nabe. Hişmendiya hikumeta Şamê hişmendiyeke îslamîst a tundirawê. Pêkhateyên cuda qebûl nake. Dixwazê heşmendiya xwe ferz bike. Guherîn dê çibibin. Îsraîl serkêşiya Rojhilata Navîn dike. Projeya Îsraîlê xistina Îranê ye. Jixwe dê mudaxalê li Îranê bikira lê rewşa Sûriyeyê qewimî. Ji bo wê ew Peyman hat îmzekirin û dê demkî be ne çareseriyeke staratejîk. Hikumeta Şamê weke erkdar hatiyê ser desthilatiyê. Îro HTŞê desthilatê lê nûnerê Amerîka, Îsraîl û Tirkiyeyê. Erka wî ji bo şikandina baskên Îranê ye. Heke Îran darbe bixwe an jî rejim biguherê erka hikumeta Şamê jî dê bi dawî bibe. Geşedan jî vê yekê ferz dikin ku Sûriyê dê ne navendî bibe. Sûriyê dê bibe federalî. Heke wisa nebe şerekî navxweyî dê rû bide. Îsraîl û dewletên navneteweyî li gor maf û mirovahiyê nafikirin. Tenê berjewendiyên xwe difikirin. Îsraîl naxwaze hikumeteke îslamîst li ser sînorên wê be. Dê demên pêş de vê hikumetê jî nepejirînê. Ji bo wê jî Sûriyeyeke navendî xizmetê ji Îsraîlê re nake. Berjewendiya Îsraîlê jî di Sûriyeyeke federal de ye. Di demên pêş de ji bo berjewendiyên xwe dê nêzikî Kurdan bibin.”
‘Heke em yek bin û li ber xwe bidin em ê mafên xwe bi dest bixin’
Di dawiya axaftina xwe de Kurdyar Direhî bi lêv kir ku qedera çar aliyên Kurdistanê bi hev re hatiyê giredan û wiha got: “Rewşa Kurdan yek dibe. Li herêmê jî cihên netewên lewaz dê tune be. Divê stratejiyeke siyasî ya yekrêziya Kurdan ava bibe. Kongreyeke neteweyî be li darxistin. Herêm ber bi netewbûnê vê diçe. Li gor netewan sînor tên diyar kirin. Tirkiye jî niha metirsiya wê ew ê ku li Rojavayê Kurdistanê fedaralî ava bibe pêvîstê li bakurê Kurdistanê jî di nava pêvajoya aştiyê de fedarî pêkbîne. Ew dixwazin li Sûriyeyê mafê herî lewaz Kurd bistînin û bandora wê li ser bakur jî hebe. Ji bo wê jî divê Kurd çar parçeyên Kurdistan û dervêyî welat li ser pêyan bin. Bi meşen mezin û li qadan dengê xwe bilind bikin. Ji aliyê din vê jî kongreya xwe li darbixînin û yekitiyê pêkbînin. Parastina Rojava parastina destkêftiyên Kurdan hemûyan e. Kurd ne tenê vê carê ketinê rewşeke wisa. Lê tu car serî netewandinê. Ew ne dawiya meşa me yê. Em ketinê serdemeke nû. Divê em berxwedana xwe xurt bikin û li dora hezên xwe bibin yek û morala xwe xira nêkin. Rojhilata Navîn tê guherandin û cihê Kurdan jî dê hebe. Heke em yek bin û li ber xwe bidin em ê mafên xwe bi dest bixin.” b












