• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Kadîfekaleyê agirê Newrozê geş bû: Hezar silav li Îmraliyê!

    Li Kadîfekaleyê agirê Newrozê geş bû: Hezar silav li Îmraliyê!

    ‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

    ‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

    Rêya M4 ji çûn û hatinê re hat vekirin

    Rêya M4 ji çûn û hatinê re hat vekirin

    Newroza 2003yan nîşan da ku Stenbol êdî bajarê herî mezin ê Kurdan e

    Newroza 2003yan nîşan da ku Stenbol êdî bajarê herî mezin ê Kurdan e

    Amedsporê li deplasmanê 3 puan wergirt

    Amedsporê li deplasmanê 3 puan wergirt

    Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

    Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Kadîfekaleyê agirê Newrozê geş bû: Hezar silav li Îmraliyê!

    Li Kadîfekaleyê agirê Newrozê geş bû: Hezar silav li Îmraliyê!

    ‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

    ‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

    Rêya M4 ji çûn û hatinê re hat vekirin

    Rêya M4 ji çûn û hatinê re hat vekirin

    Newroza 2003yan nîşan da ku Stenbol êdî bajarê herî mezin ê Kurdan e

    Newroza 2003yan nîşan da ku Stenbol êdî bajarê herî mezin ê Kurdan e

    Amedsporê li deplasmanê 3 puan wergirt

    Amedsporê li deplasmanê 3 puan wergirt

    Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

    Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Almanyayê piştgirî vegeriya raperînê: Bi deh hezaran kes daketin qadan

Navenda Nûçeyan / AW

24 ÇILE 2026 - 17:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kurdistanî û dostên wan li bajarên cuda yên Elmanyayê li dijî êrişên li ser Rojava daketin qadan. Di xwepêşandanên ku li navendên bajarên cuda yên Elmanyayê hatin lidarxistin de, bi hezaran kesan bi sloganên, “Bijî berxwedana Rojava” berxwedana Rojava silav kirin. Di çalakiyan de banga parastina Rojava hate kirin.

Li ser banga seferberiya neteweyî ya HSD û Rêvebirya Xweser bi deh hezaran Kurd û dostên wan li gelek bajarên Almanyayê meş û miting hatin lidarxistin.

Hambûrg

Meclisa Gel a Demokratîk a Kurd a Hamburgê (DKHM) li ber Hauptbahnhofa Hamburgê mîtîngek li dar xist û êrişên çeteyên HTŞ û DAIŞê ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne organîzekirin protesto kirin. Endamên Konseya Jinan a Rojbîn, Parêzvanên Şoreşa Tirkiyê (TCŞ), enternasyonalîstên Alman, rêxistinên jinan ên çepgir, sosyalîst û bi hezaran Kurdistanî beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de pankartên bi Almanî êrişan şermezar dikin û banga parastina Rojava dikin hatin vekirin. Di mîtîngê de timî diruşmeyên, “Jin jiyan azadî”, “Terorîst Colanî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di axaftinan de êrişên li ser Rojava wekî komployek navdewletî hate nirxandin û banga berxwedanek kûrevî hate kirin. Mîtîng bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.

Leverkûsen

Kurdên li Leverkusenêji bo protestokirina êrişên li ser Rojava meşek li dar xistin. Çalakî li Opladenê destpê kir û heta Leverkusen Mitteê meşiyan. Di meşê de diruşmeyên, “Wê Rojava azad bibe”, “Bijî yekîtîya gelê Kurd” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Di mitîngê de dovîzên piştgiriya Rojava tînin ziman û êrişên komkujiyê şermezar dikin hatin rakirin. Her wiha di meşê de belavokên derbarê êrişan de hatin belavkirin. Meş bi mîtîngekê li Leverkusen Mittê bi dawî bû. Di axaftinan de banga mezinkirina berxwedanê li hate kirin.

Aachen

Komeleya Gelê Kurd a Aachenê bi heman armancê li ber Meclîsa Gelê Kurd a Aachenê bi beşdariya bi hezaran Kurdistanî û çepgirên ciwan ên Antîfa dest meş pêk anî. Bi sedan jinên porê xwe honandî sloganên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e, gelê Kurd yek e” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kirin. Di tevahiya meşê de, broşûrên agahdarkirinê hatin belavkirin. Meş dema ku gihîşt Elisenbrunnen a li navenda bajêr veguherî mîtîngê. Di axaftinan de daxwaza rawestandina êrişên li dijî gelê Kurd hate kirin û hate diyarkirin ku divê cîhan destkeftî û rûmeta gelên li Rojava biparêze.

Heilbronn

Li Heilbronn a Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Kiliansplatzê kom bûn û diruşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Kobanî”, “Bijî Rêber Apo”, “Terorîst Colanî” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Di axaftinan de li ser yekîtiya Kurdan hate rawestandin û bêdengiya welatên Ewropayê hate rexnekirin. Gelek jinên ji bo berxwedana xwe li dijî çeteyên HTŞê nîşan bidin, porê xwe honandin.

Munster

Li Munsterê jî xwepêşandanek bi pêşengiya Ciwanên TCŞê ya Munsterê, Tevgera Jinên Kurd, meclîsa herêmî û dostên Kurdan pêk hat. Di xwepêşandanê de, jinan porê hev honandin û peyama hevgiriyê dan. Di xwepêşdanê de diruşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek, yek, yek, gelê Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. Xwepêşandan bi axaftinên banga parastina Rojava bi dawî bû.

Saarbrucken

Xwepêşandana ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin, bi hezaran kes li dijî êrişên li ser Rojava nerazîbûn nîşan dan û yekîtiya neteweyî û berxwedana gelê Kurd silav kirin. Meşa li Landwehrplatzê dest pê kir, bi sloganên piştgiriya Rojava dikin, heta navenda bajar berdewam kir. Ji Meclîsa Saarbrucken a PYDê Daxil Îbrahîm berxwedana Şêxmeksûd a Helebê bi bîr xist û diyar kir ku fermana dawîn a ku ji hêla Şehîd Fermandar Ziyad ve ji gelê Kurd re hatiye dayîn berxwedan bûye. Di axaftinan de soza parastina Rojavayê Kurdistanê hate bilind kirin.

Wuppertal

Li Wuppertal a Elmanyayê Kurdistanî li dijî êrişên li ser Rojava xwepêşandanek girseyî li dar xistin. Di xwepêşandanê de diruşmeyên, “Wê Rojava azad bibe”, “Bijî yekîtîya gelê Kurd”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di axaftinan de, êriş û komkujiyên li Rojava bi tundî hatin şermezarkirin û banga hevgiriyê hate kirin. Girseyê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember tiştên ku li Rojava diqewimin bêdeng nemînin.

Berlîn

Li paytext Berlînê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrişan li Brandenburg Gate / Pariser Platzê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan alên YPG û YPJê hilgirtin û diruşmeyên dilsoziya wan tîne ziman avêtin. Di dawiya meşe de hate daxuyandin ku êriş sûcek li dijî mirovahiyê ye û divê Yekîtiya Ewropayê bêdeng nemîne. Xwepêşandan bi dirûşm û peyamên hevgirtinê bi dawî bû.

Dresen

Li Dresden a Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava û peyama hevgirtinê bişînin li hev civiyan. Girseyê alên YPG û YPJê hilgirtin û pankartên “Defend Rojava”, “Rojava ne bi tenê ye” û “Êrişên li dijî gelê Kurd rawestînin” holgirtin. Di axaftinan de hat gotin ku tiştê li Rojava diqewime sûcek li dijî mirovahiyê ye û divê Yekîtiya Ewropayê bêdeng nemîne. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî.

Koln

Li Kolna Elmanyayê bi hezaran Kurd û enternasyonalîstî piştgiriya Rojava kir. Meşa ku niştecihên herêmê jî beşdar bûn, ji Heumarkt heta Neumarkt berdewam kir. Di meşê bi sedan alên YPG û YPJ hatin hilgirtin û diruşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG YPJ” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin. Bertek nîşanî hevkariya Ewropayê dide DAIŞ, HTŞ û çeteyên dewleta Tirk dan. Hunermend Diyar Dêrsim û Hevserok Sidar Yıldız di çalakiyê de axaftin kirin. Ji çar perçeyên Kurdistanê mafê axaftinê girtin û bal kişandin ser gefên li ser Rojava.

Lubeck

Li bajarê Lubekê yê Elmanyayê li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê meşek girseyî ya protestoyî hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ji bo êrişan protesto bikin û hevgirtinê li Kohlmarktê kom bûn. Meş bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre girse ber bi Korkmarktê ve meşiya. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî HSD” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kadîfekaleyê agirê Newrozê geş bû: Hezar silav li Îmraliyê!

Li Kadîfekaleyê agirê Newrozê geş bû: Hezar silav li Îmraliyê!

11 ADAR 2026
‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

11 ADAR 2026
Rêya M4 ji çûn û hatinê re hat vekirin

Rêya M4 ji çûn û hatinê re hat vekirin

11 ADAR 2026
Newroza 2003yan nîşan da ku Stenbol êdî bajarê herî mezin ê Kurdan e

Newroza 2003yan nîşan da ku Stenbol êdî bajarê herî mezin ê Kurdan e

11 ADAR 2026
Agirê Newrozê li warê Kawayê Hemdemî hat geşkirin

Agirê Newrozê li warê Kawayê Hemdemî hat geşkirin

11 ADAR 2026
DEM Partî: Vera krîzanê mîyanneteweyî vengdayîşê 27ê sibate rayîrêko newe akerd

DEM Partî: Levent Gultekîn wek trolên dîn û har tevdigere

11 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ehmed Huseynî bû rêwiyê nemiriyê: Li pey wî mîrateyek qewî ma

    Ehmed Huseynî bû rêwiyê nemiriyê: Li pey wî mîrateyek qewî ma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara xêzeroman a ‘Bajar’ dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi ser Komkujiya Qamişloyê re 22 sal derbas bûn: Pergala li Rojava armanca komkujiyê pûç kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Têkoşîna Rewşan û Mazlûman bi Rêbertiya Ocalan bû manîfestoya azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di çanda Kurdî de kevneşopiya xişr û morîkan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên YYU-KURDÎ: Cil û bergên Kurdî ji bo me remza yekîtî û serbilindî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (424)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne