Li semta Bayramogluyê ya Amedê agir bi cafeya navê “Berff” ket û hemû kelûpelen wê şewitîn.
Li Semta Bayramoglûyê ya Amedê ji ber sedemek nayê zanîn agir bi cafeya bi navê “Berf” ket. Ji ber ku avahiya cafeyê darîn ango ahşab bû, avahî hemû û kelûpelên di nav wê de şewitîn. Di dema şewatê de tûpên nav cafeyê teqiyan.
Hat zanîm ku dema agir derketiye welatî û xebatkarên cafeyê derketin derve û tiştek bi kesî nehatiye.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirkujiyê yê Şaredaraiya Bajarê Mezin a Amedê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên agirkujiyê mudaxileyî şewatê kir û di encama hewldanek mezin de şewat hate kontrolkirin û vemirandin.














