Bi pêşengiya MEBYA-DERa Amedê bi boneya “Hefteya Lehengiyê” serdana gorên kesên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe dest dane hatin bibîranîn. Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz anî ziman ku heke pêvajo çareseriyê hatibe vê asta bi saya cangoriyan e.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê bi boneya “Hefteya Lehengiyê” serdana gorên kesên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Di serdana goristanan de endam û rêveberên DBPê û DEM Partiyê, TUAY-DER, Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. Ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin û pîştî rêzgirtinê dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.

‘Leheng bi têkoşîna xwe di kesayeta gelan de guhertinekê pêk tînin’
Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz diyar kir ku di dîroka gel û neteweyan de gelek kesayet derketine holê û bûne sembola gel û wiha got: “Di dîrokê de mînakên wan pirr û zêde ne. Di nav gelê Kurd de Kawayê Hesinkar heye. Dîsa wekî hûn dizanin, di 12ê Îlona 1980yî de, darbeyeke mezin pêk hat û çiqas xort û keçên Kurd hebûn, hemû xistin zindanan. Her çiqas van ciwanan xwestibin ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke mezin pêk bînin û têkoşîneke mezin dabin jî, li hemberî dîktatoriya Kenan Evren, hemû xistin zindanan. Wan xwestin vê pirsgirêka Kurd û vê têkoşîna gelê Kurd di nav dîwarên zindanan de bifetisînin. Gelek îşkence hatin kirin û gelek mirovan di van zindanan de jiyana xwe ji dest dan. Gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd li ber tunebûnê bû. Berxwedan û bandora wê tam di wê kêliyê de, di 21ê Adara 1982yan de, Mazlûm Dogan li hemberî vê zilmê û hewldana tunekirinê ya dîktatoriya Kenan Evren got ‘Em qebûl nakin.’ Wî anî ziman ku divê em li hemberî vê zilm û îşkenceyê serî rakin û di êvara 21ê Adarê de bi sê darikên kibrîtê bedena xwe feda kir. Bi rastî, çirûskeke mezin û helwesteke mezin nîşan da, vê helwestê li ser gelê Kurd bandoreke pir mezin kir. Carna ev leheng bi têkoşîn û çalakiya xwe, guhertinek di manewiyat û kesayeta gelan de pêk tînin.”

‘Îro ev ast û pêvajoya ku em tê de ne, bi rastî jî bi saya wan e’
Ramazan Dengîz di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku raperînên nû û bingeha îro piştî wê, gelek raperînên nû derketine holê û got: “Wekî mînak, Ferhat Kurtay û sê hevalên wî bi bandora peyama Mazlûm Dogan, agir berdan bedena xwe û ew agirê ku wî pêxistibû gurtir kirin. Ew ji bo gelê Kurd bûne meşale. Vê meşaleyê li her derê Kurdistanê, ji bo her kesî bû sedema têkoşînê. Yek ji wan ciwan û şopînerên Mazlûm Dogan jî Egîd bû, wî jî li gorî baweriya xwe têkoşîneke mezin da. Îro ev ast û pêvajoya ku em tê de ne, bi rastî jî bi saya wan e, em deyndar û minnetdarên wan têkoşeran in.”
‘Em dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve’
Ramazan Dengîz axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heger îro pirsgirêka Kurd gihiştibe asta çareseriyê û Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê ev pirsgirêk anîbe ser maseyê, ev bi saya wan mirovan e û em minetdarên wan in. Rast e, îro pirsgirêka gelê Kurd hatiye ser maseyê û çi ji destê me bê, em xizmetkarên vê pêvajoyê ne. Îro ku em dikarin bibêjin şer û çek hatine sekinandin, ev ji bo gelê Kurd cihê kêfxweşiyeke pir mezin e û em jî pê kêfxweş in. Lê em bi her awayî dixwazin ev pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bikeve. Wekî gelê Kurd, çi ji destê me bê divê em bibin bersiva vê keda ku hatiye dayîn û vê fedakariya ku hatiye kirin. Bersiva wê çi ye? Demokratîkbûn, xwebûn, kombûn û civakbûn e. Em tenê bi vî awayî dikarin bibin bersiva vê pêvajoyê.”









