Li Amedê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl êrişên Tirkiyeyê û çeteyan ên li ser Bendava Tişrînê şermezar kirin.
Li Amedê bi pêşengiya rêxistinên sivîl û partiyên siyasî têkildarî êrişên Tirkiyeyê û çeteyan ên li ser welatiyên li Bendava Tişrînê nobetê digirin û li derûdora wê hat şermezarkirin. Girse li ber AZC Plaza ya li semta Ofîsê kom bû û êrişan protesto kir. Li ser navê girseyê Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn daxuyanî da.