• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    ROJEVA 25ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 10ê ADARA 2026an

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    ROJEVA 25ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 10ê ADARA 2026an

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

Esra Polat / AW

10 ADAR 2026 - 08:51
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Bi nêzikbûna cejna Newrozê re, li dikanên terziyan ji bo dirûna û kirîna cilên neteweyî jî tevgereke mezin heye. Xwediyên dirûnxaneyên cil û bergên Kurdî anîn ziman ku divê gelê Kurd di Newrozê de cilên xwe yên neteweyî li xwe bikin û qada Newrozê bixemilînin.

Cejna Newrozê ku her sal di 21ê Adarê de tê pîrozkirin, li cem dirûnxaneyan jî ji bo kirîn û çêkirina cil û bergên neteweyî jî tevgereke girîng çêdibe. Li dirûnxaneyên cil û bergên neteweyî ango Kurdî cilên wek kiras, fistan, şal û şapik tên çêkirin. Dirûnxane ji bo gihandina sîparîşên Newrozê bênavber dixebatin. Xwediyên dirûnxaneyan têkildarî amadekariyên Newrozê axivîn.

‘Em ji bo Newrozê amadekariyan dikin’

Dikandarê bi navê Yemlîxan bi bîr xist ku Cejna Remezanê û Cejna Newrozê bi hev re nêzîk dibin û wiha got: “Lê belê, ev danûstandin ne wekî ya bazarên Îranê an jî yên Amerîkayê ye; gel hinekî bi fikar e û wekî berê daxwazeke mezin tune ye. Berê Newroz gelekî xweş û geş bû. Lê niha mirov hinekî bi fikar in. Digel vê yekê jî, gelê me ji bo Newrozê amadekariyan dike. Em vî karî ji bavo û kalên xwe ve dikin, ez ji nifşê duyemîn im. Ev deh sal in ez li vê çarşiyê cil û bergên neteweyî difiroşim. Ev panzdeh sal in ez vî karî dikim. Li vir dikaneke min heye. Min ev cil û bergên neteweyî û şal û şapik ji bo firotanê anîne. Malbata me ev pêncî sal in di nav vî karî de ye; çi kiras-fistan be, çi jî şal û şapik be, em bi dehan salan e van kincên neteweyî amade dikin. Ev kar ji bo me ne tenê bazirganî ye, mîrateyeke çandî ye.”

‘Ji bo cil û bergên Kurdî daxwazek zêde heye’

Ronahî Surme ya ku dirûna cil û bergên neteweyî dike diyar kir ku ew pirr ji karê xwe hez dike û xwest gelê Kurd xwedî li çanda xwe derbikeve û wiha got: “Ez ji bajarê Îzmîrê hatime li vir. Me dikanên xwe bi van cilan xemilandine, çimkî pêşiya me Newroz e. Em dixwazin daxwazên gelê xwe pêk bînin. Em hem cilan didin kirê, hem jî difiroşin. Ev cil û bergên Kurdî ne û daxwazeke baş ji bo wan heye. Em dixwazin daxwazên gelê xwe, bi taybetî daxwazên jinan ên ji bo modelên nû, pêk bînin. Tevî hemû zehmetiyan, eleqeya gelê me ya ji bo çanda xwe me gelekî kêfxweş dike.”

‘Divê em xwedî li çanda xwe derbikevin’

Dikandar Elanur Baylan jî destnîşan kir ku xelk pirr tê û eleqeyeke mezin nîşanî cil û bergên neteweyî dide û wiha got: “Dema ku ez dibînim ew van cilan li xwe dikin, ez pir kêfxweş dibim. Bi rastî, ez van cilan zêde li xwe nakim, lê dema ez dibînim her kes li xwe dike û bi kelecan e, daxwaza min jî çêdibe ku ez li xwe bikim. Ez dixwazim gelê me cilên xwe yên herêmî û kevneşopî her tim li xwe bikin û xwedî li çanda xwe derkevin. Em bi vê çandê mezin dibin û em dixwazin berdewam be.”

Etîket: amadekariyên NewrozêCilûbergên Kurdîcilûbergên neteweyîesra polatNewroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

10 ADAR 2026
Li Mûşê banga tevlêbûna Newroza Kopê

Li Mûşê banga tevlêbûna Newroza Kopê

9 ADAR 2026
Hatimogullari: Ev Newroz wê bibe azadiya gelên Rojhilata Navîn

Hatimogullari: Ev Newroz wê bibe azadiya gelên Rojhilata Navîn

9 ADAR 2026
Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

9 ADAR 2026
Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

Li Stenbolê deklarasyona Newroza 2026an hat eşkerekirin

9 ADAR 2026
Bakirhan: Bila agirê Newrozê bibe meşaleya aştî û azadiyê

Bakirhan: Bila agirê Newrozê bibe meşaleya aştî û azadiyê

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (371)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne