• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Botanê daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî kirin

Şirnex / AW

25 GULAN 2025 - 18:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
 Li Şirnexê saziyên zimanê kurdî di çerçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de çalakiya konvoy û meşeke girseyî li dar xistin û daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî kirin. 

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî (CÛDÎ-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Pêşvabirana Ziman û Çandê (KurdîGeh) têkîldarî bernameyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi şîara, “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” bernamya konvoy, şahî, meş li darxist û piştrê jî daxuyanî da. Bername li ber Medreseya Feqiyê Teyran a navçeya Basayê ya Şirexê dest pê kir. Li wir şahî hat lidarxistin. Hevberdevkê Lîjneya Ziman, Çand û Hunerê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Heval Dilbihar, Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û DEM Partî yên Şirnex û navçeyên wê, sazî û rêxistinên civakî, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî bûn.

Li ber Medreseya Feqiyê Teyran govend gerandin û şahiyek li darxistin. Di şahiyê de pankarta li ser, “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” dinivisî hat vêkirin. Li ber medresya Feqiyê Teyran Hevberdevkê Lîjneya Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partî Heval Dilbihar axivî û ev tişt gotin: “Bi daxwaza statuya kurdî û perwerdehiya kurdî çalakiya meşe li dar dixînin. Em niha li ber medereseya Feqiyê Teyran in. Feqiyê Teyran bi slan li vir xwendekarî û mamostetî kir. Ew mamosteye gelek mamosteyan e. Em dibêjin gul, rehan û hekim tu ye. Ew hekimtiya te bi kurdî hatiyê hunandin  Behna kurdî medreseya te tê. Em soz didin em ê nehêlin ala zimanê kurdî di bin lingê dagirkeran de binale. Em ê ala zimanê kurdi li her derê bigerînin.”

Konvoy û meşa zimanê kurdî

Piştrê jî girse bi konvoyan bi rê ketin û hatin ber avahiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a navçeya Cizîrê. Girseyê di konvoyê de dovîzên “Bê ziman jiyan nabe”, “Perwerdehiya zimanê kurdî dixwazin” vekirin û dirûşim berzkirin. Girseyê li ber avahiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek heta ber Medreseya Sor a Melêyê Cizîrî meşiyan. Di meşê de stran gotin û dirûşmeyên, “Bijî zimanê kurdî”, “Bê kurdî jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” berz kirin.

‘Xwedîlêderketina li ziman û çandê peywira hemû kesan e’

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka CÛDÎ-DERê Evîn Kolca ve hat xwendin. Evîn Kolca anî ziman ku bi sedan sal in li ser zimanê kurdî polîtikayên tunehesibandinê tên meşandin û wiha got: “Em kurd bi tu awayî destûr nadin ku zimanê kurdî bê helandin û tunekirin. Jiyaneke bêkurdî ji bo me kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname, giyan û jiyana me ya neteweyî ye. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye. Mifteya azadiya me ye. Zimanê kurdî xeta me ya herî sor û jêneger e. Rêzdar Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku ‘Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”

Di berdewama axaftina xwe de Evîn Kolca bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anîn ziman: “Heta ku mafên neteweya kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî neyên naskirin û hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafên kurdan ji holê neyên rakirin aştî û civateke demokratîk pêk nayê. Ji bo ku ev yek pêk bê, divê tecrîda li ser rêzdar Ocalan bi her awayî bê rakirin, şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya kurd û statuya kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin.”

Daxwaz

Evîn Kolca daxwazên xwe xal bi xal wiha vegot: “*Divê statuya kurdî di makezagon û zagonan de bê qebûlkirin.

*Divê ji zarokxaneyan heta zanîngehan di hemû merheleyan de perwerdehiya bi kurdî pêk bê.

*Divê hemû qedexe û astengiyên zagonî û kiryarî yên li pêşiya kurdî bên rakirin; kurdî li her sazî û qadên fermî, civakî û jiyanî ji her milî ve serbest û azad be.

* Divê hemû navên cih û tiştên ku berê bi kurdî bûn lê hatine tirkîkirin, dîsa li kurdî bên vegerandin. Bêguman ji bo pêkanîna van daxwazan em kurd dê li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin û xebatên xwe zêdetir û berfirehtir bikin. Bi vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovahîperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin:Werin em hemû kurd li dor zimanê kurdî yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin.”

‘Heta perwerdehiya kurdî be nasîn têkoşîna me wê bidome’

Newroz Uysal Aslan jî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha got: “Em weke gelê kurd perwerdehi û Statuya Zimanê Kurdî dixwazin. Tu dewletan nekariye li sere dijminatiya zimanan de serbikeve. Dewleta tirk ji nikare bi ser bikeve. Em di ve pêvajoyê de dibêjin divê astengiyên pêşya kurdî rabin û mafê perwerdehiya kurdî be naskirin. Heta mafê perwerdehiya zimanê kurdî be naskirin têkoşîna me wê bidomê.”

‘Em nahêlin zimanê kurdî şehîd bikeve’

Heval Dilbihar jî destnîşan kir ku ew ê  nêhelin zimanê kurdî ji holê rabe û wiha pê dê çû: “Me bejna xwe li ber dagirker u kedxwaran netewand. Em careke tên dinyayê û madem em careke tên dinyayê em ê serfiraz bijîn. Serfirazî ew ê ku ziman, çand û parastina Welat e. Em kurd bê ziman nabin. Heke zimanê kurdî nebe pêşeroja kurdan welatê me wê bibe goristan. Em soz didin xwedeya rojê û erd û esmanan ku em ê nêhelin ku tu hez zimanê me tune bike. Dewleta tirk xwest zimanê me ji holê rake. Em li vir bang dikin; wê xwest zimanê kurdî ji holê rakin û gelê kurd tune bikin lê wê nekarî. Wê demê divê hûn dev jê berdin. Em li gel banga Rêzdar Abdullah Ocalan in. Lê heke dewlet bixwaze aştî û demokrasiyî pêş bikeve divê tecrida li ser rêzdar Ocalan û zimanê kurdî rabe. Divê perwerdehiya zimanê kurdî be naskirin. Banga me li hemû gel ew ê, ji partî, şeredarî û hemû beşên civakê re ew ê em zimanê kurdî bikin jiyan û têkoşînê. Me bi hezaran şehîd da lê em nahêlin zimanê kurdî şehîd bikeve.”

Daxuyanî li ber Medreseya Sor bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendan bi dawî bû.

 

Etîket: konvoymesŞirnexziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

12 GULAN 2026
DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

12 GULAN 2026
Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

6 GULAN 2026
Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

6 GULAN 2026
‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

6 GULAN 2026
Li Êlihê çalakiya ji bo ziman: Xwedîlêderketina ziman û çandê pêwîstiyek e

Li Êlihê çalakiya ji bo ziman: Xwedîlêderketina ziman û çandê pêwîstiyek e

3 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (307)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne