Di gotûbêja “Di îslamê de cihê jinan” de ku ji aliyê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Denîzliyê ve hat lidarxistin, Diba Keskin axivî û got: “Ne dîn, lê hişmendiya mêrserwer mirovan dike kole.”
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Denîzliyê, di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de, li navçeya Merkezefendiyê bi sernavê “Di îslamê de cihê jinan” gotûbêjek li dar xist. Sekretera Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Diba Keskin wekî axivêr beşdarî bernameyê bû û gelek jin û welatî li salonê amade bûn.
‘Jin mafên xwe diparêzin’
Di gotûbêjê de endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Aysel Batyar Onsel bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan a li Rojava û wiha got: “Herî dawî di dorpêça Rojava de em bûn şahidê berxwedana jinan a li dijî dîktator û îslamîstên radîkal. Jin ji çeperên xwe paşve gav neavêtin; axa xwe, mafên xwe û têkoşîna jinan parastin. Ez ji vir silav li Şoreşa Jinan ya Rojava dikim. Sakine, Pakize û hemû rêhevalên me yên ku di têkoşîna Azadiya Kurdan de şehîd ketine, bi bîranînên xwe rêya me ronî dikin, ez wan bi minnet bi bîr tînim. Têkoşîna wan wê nîvco nemîne.”
‘Îslam jin û mêran ji hev naqetîne’
Piştre Diba Keskin axivî û diyar kir ku du cure têgihiştinên dîn hatine afirandin. Diba Keskin destnîşan kir ku hişmendiya mêrserwer olê bi dilê xwe ava dike û bi vê rêyê jinan dike kole û wiha pê de çû: “Ji bo mêran jin tenê amûreke têrkirina hestan û xwedîkirina zarokan e. Lê gava em li dînê Îslamê meyze dikin, jin jî mîna mêr ‘kirde’ ye. Mêr çiqasî di jiyanê de xwedî rol be, jin jî bi heman rengî xwedî rol e. Îslam jin û mêr ji hev naqetîne. Ne dîn, ne çand û ne jî zimanê cudakariyê naxe navbera mirovan. Bawermend be an nebe, ferq nake; peywira mirov parastina aqil, nifş, mal û paşerojê ye. Lewre mirov muxatabê Xwedê ye. Mirov ne tenê jin e, ne tenê mêr e; her duyan jî dihewîne.”
Diba Keskin di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku mêr ne tenê muxatabên jiyanê ne û got: “Mirov gava aqilê xwe bi kar bîne, hildiberîne û vîna xwe nîşan dide, dibe muxatabê jiyanê. Wekî ku mêr xeyal dikin, ne tenê ew muxatab in; hûn jî, em jî, em hemû muxatab in.”
Gotûbêj bi çepikan bi dawî bû.














