Li Êlihê 14 ciwanên ku di nava wan zarok jî hebûn di encama serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin, 2 jê zarok 7 kes hatin girtin.
Li Êlihê beriya 4 rojan di saetên serê sibê de polîsan di ser malan de girtibû û 14 ciwan binçav kiribûn. zarokên bi navê Ramazan E., Eyup Y., jî di nav de ciwanên bi navê Feyrûşşah Gonyelî, Şervan Demîr, Devran Guven, Bariş Guven, Mehmet Emîn Teymûr, Serhat Ozkay, Ahmet Boge, Muhammed Dînç, Hêvî Adibellî, Şerîf Şen, Firat Karataş û hin kesên navên nehatin zanîn hatin binçavkirin. Piştî karûbarên li emniyetê wan sewqî edliyeyê kirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya nobedar hatin kirin. Dadgeriyê biryara girtina Ramazan E., Eyup Y., Feyrûşah Gonyel, Şervan Demîr, Devran Guven, Bariş Guven û Mehmet Emîn Teymûr da û wan birin girtîgehê.













