• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şervanên YPG-YPJê: Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin

    Şervanên YPG-YPJê: Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin

    HSDê li herêma Çelebiyê êrîşeke çeteyan têk bir

    HSD: HTŞ amadekariya şer dike

    Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

    Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

    Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

    Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

    Li Îzmîrê dema binçavkirina 6 kesan hate dirêjkirin

    Li Îzmîrê dema binçavkirina 6 kesan hate dirêjkirin

    Polîsan li parlamenter Celal Firat da

    Polîsan li parlamenter Celal Firat da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şervanên YPG-YPJê: Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin

    Şervanên YPG-YPJê: Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin

    HSDê li herêma Çelebiyê êrîşeke çeteyan têk bir

    HSD: HTŞ amadekariya şer dike

    Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

    Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

    Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

    Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

    Li Îzmîrê dema binçavkirina 6 kesan hate dirêjkirin

    Li Îzmîrê dema binçavkirina 6 kesan hate dirêjkirin

    Polîsan li parlamenter Celal Firat da

    Polîsan li parlamenter Celal Firat da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

Navenda Nûçeyan / AW

24 ÇILE 2026 - 18:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li gelek bajarên Almanya, Swîsre, Franasayê, Swêdê, Holandayê û Norweçê bi sed hezaran Kurd û dostên xwe daketin qadan û tev li banga seferberiya neteweyî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê bûn. Di mitîngan de sloganên dilsoziya bi HSDê re berz kirin û bangên parastina şoreşa Rojavayê Kurdistanê hate kirin. Axaftvanan êriş wekî encama komploya navdewletî pênase kirin û li dijî vê komployê banga berxwedana kûrewî li hemû mirovahiyê kirin. Girseyan bi yek dengî navê Rojava berz kir û li qadan olan da.  

Almanya

Li Almanyayê ku ji destpêka êrişan heta niha gelê Kurd û dostên wan li ser piyan e, îro jî dakete qadan. Li bajarên Koln, Stuttgard, Freîburg, Frankfurt, Mannheim, Bremen û Hannoverê mitîng û meş hatin lidarxistin. Bi deh hezaran Kurd û dostên wan ên ji bo Rojava kom bûn bi meş herikîn qadên mitîngê. Di meşan de alên YPG û YPJê hatin bilindkirin û pankartên komkujiyên çeteyên HTŞ, DAIŞê şermezad kirin, vekirin. Di mîtîngan de timî diruşmeyên, “Jin jiyan azadî”, “Terorîst Colanî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di axaftinên di mitîngan de hatin kirin de bêdengiya welatên Ewropayê ya li hemberî êrişan hate şermezar kirin û têkiliyên wan ên bi HTŞê re hatin protestokirin. Li dijî komploya navneteweyî bang li hemû gelan hate kirin ku berxwedanek kûrevî bê rêxistinkirin. Her wiha ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê biryara berdewamkirin û mezinkirina berxwedanê hate dayîn.

Swîsre

Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê jî bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ ên girêdayî Tirkiyê, meş û mitîng hate lidarxistin. Ligel rêxistinên şoreşgerî, sazî û dezgehên Kurd bi deh hezaran Kurdistanî tev li mitîngê bûn. Di meşan û mitîngê de pankartên piştgiriya Rojav dikin hatin vekirin û dowîzên banga berxwedanê dikin, hatin rakirin. Di tevahiya meş û mitîngê de sloganên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e, gelê Kurd yek e” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kirin.

‘Heke em nebin yek em ê biçin yek bi yek’

Hevseroka CDK-Sê ya Swîsreyê Dîlan Çetînkaya têkildarî êrişên ku rojavayê Kurdistanê tenê kirin de axivî û balkişand ser zêdebûna êrişan. Çetînkaya wiha axivî: “Gelê Kurd bi salan e li dijî DAIŞê têkoşînê dike û ji aliyê cîhana Navneteweyî ve dixwazin bi tenê bêne hiştin. Gelê Kurd çend roj in li ser lingane û li ber xwe didin. Çawa ku di sala 2014an de Kurdan DAIŞê têk bir, dê dîsa jî wan têk bibe. Rojava namûsa cîhanê ye, divê cîhan xwedî li Rojava derbikeve. Rojava modela avakirina demokrasiyê ye. Hewceye ku em Kurd di vê rewşê de hemû bibin yek û yekîtiya xwe xurt bikin. ‘Heke em nebin yek em ê biçin yek bi yek.'” Piştî ku axaftin bi dawî bûn girseya ku ji hezaran pêk tê dest bi meşê kirin.

Hollanda

Li Bajarê Amsterdamê yê Hollandayê jî bi hezaran kes kes bi heman armancê mitîng pêk anîn. Bi hezaran Kurd û dostên wan bi merşa çerxa şoreşê dest bi meşê kirin. Di meşê de alên YPG û YPJê hatin bilind kirin û pankartên komploya navneteweyî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Li ser pankarta, “Rojava rûmeta mirovahiyê ye” û “Bijî şoreşa Rojava” hatin vekirin. Her wiha gelek dowîzên sûcên mirovahiyê yên çeteyên HTŞ û DAIŞê ku ji hêla Tirkiyê ve tên rêvebirin, hatin bilindkirin. Di xwepêşdanê de diruşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek, yek, yek, gelê Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin

Jinan li qadê kezî honandin

Di dawiya meşa bi seatan dom kir de li ser navê girseyê axaftin hatin kirin. Li qadê bi sedan jin ketin rêzê û keziyên xwe honandin. Jinan di dema honandina keziyan de bênavber, “Bijî berxwedana YPJê” avêtin. Di axaftinên pêk hatîn de êrîş wekî komploya navnetewî hatin pênasekirin û hate daxuyandin ku ancax bi berxwedanek kûrevî dikare ev komplo vala bê derxistin. Axaftvanan bêdengiya Ewropayê bi tundî hate şermezar kirin û banga parastina Rojava hate dubare kirin.

Fransa

Wargehek din ku bersiva banga seferberiya neteweyî ji hêla bi hezaran kesan ve hatî bersivandin jî Parîs bû. Bi beşdariya gelek rêxistinên şoreşgerî, sazî û dezgehên Kurdan, komên dijberî pergalê ji bo xwedî derketina Rojavayê Kurdistanê gihiştin hev. Girseyê bi meş ketin qada mitîngê bi slogan, çepik û tîliliyan silav dan berxwedan û şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Girseyê bênavber sloganên, “Wê Rojava azad bibe”, “Bijî yekîtîya gelê Kurd”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Di axaftinan de organîzekirina çeteyan a ji hêla Tirkiyê ve wekî sûcek li dijî mirovahiyê hate nirxandin û li hemberî vê siyaseta bi riya çeteyan tê meşandin banga helwest girtinê li Ewropayê hate kirin. Ji bo mezinkirin û domandina berxwedanê biryardarî hate dubarekirin.

Norweç

Li paytext Osloya Norwecê jî bi heman armancê meş û mitîng hate li darxistin. Li ser banga seferberiya neteweyî di pêşengiya sazî û dezgehên Kurdan de bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo piştgiriya Rojava gihiştin hev. Alên YPG û YPJê, pankartên dilsoziya bi Rêveberiya Xweser û şoreşa Rojava re vedibêjin hatin rakirin. Bênavber sloganên piştgiriya şoreşê hatin bilind kirin. Di dema mitîngê de belavokên agahdariyê hatin belavkirin û banga mezinkirina berwedanê hate dubarekirin. Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku êriş bi destê Tirkiyê tên meşandin û armanca van êrişan jî tevkujiya gelê Kurd e. Di axaftinan de li welatên Ewropayê banga helwest girtinê û li gelê Kurd û dostên wan jî banga meznkirina berxwedanê hate kirin.

 

 

 

 

 

Etîket: Berxwedana RojavaPiştgiriya RojavaRojavaseferberiya li Rojava
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

24 ÇILE 2026
Ji Şilî heta Japonya û Somaliyê piştgiriya Rojava

Ji Şilî heta Japonya û Somaliyê piştgiriya Rojava

24 ÇILE 2026
Başûr pişta Rojava bernade

Başûr pişta Rojava bernade

24 ÇILE 2026
Ciwanên Wêranşarê astengiya polîsan bi keviran bersivandin

Li sê navçeyên Rihayê dê meş bên lidarxistin

24 ÇILE 2026
Li Rojava seferberî: Gel li qadan şervan li sengeran berxwedanê didomîne

Li Rojava seferberî: Gel li qadan şervan li sengeran berxwedanê didomîne

24 ÇILE 2026
Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Rojava kom bûn

Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Rojava kom bûn

24 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1181)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne