Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabû û xesareke zêde da dikandaran û malên welatiyan.
Li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê û li gelek deverên ve cuda îsal ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabû. Yek ji wan bajarên jî navçeya Farqînê ya Amedê ye. Ji ber barîna baranê ya zêde li Farqînê jî lehî rabû xesareke zêde da welatiyan. Hate diyarkirin ku gelek xanî û dikan di bin avê de mane û xesareke zêde gihiştiyê.














