• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 8ê NÎSANA 2026an

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Leşekerên tirk gundekî Amûdê gulebaran kirin

    Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    Dayika Aştiyê Zekiye Alim jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Zekiye Alim jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 8ê NÎSANA 2026an

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Leşekerên tirk gundekî Amûdê gulebaran kirin

    Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    Dayika Aştiyê Zekiye Alim jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Zekiye Alim jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

Colemêrg / AW

18 SIBAT 2026 - 17:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk bi şîara “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” li Geverê civîna gel li dar xist. Di civînê de Oznûr Bartin axivî û got: “Yê ku li Rojhilata Navîn mafên hemû bindestan diparêze Rêber Ocalan e.”

Platforma Saziyên Demokratîk a Colemêrgê bi şîara “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” bi tevlêbûna Parlementera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin û Siyasetmedar Eyup Yaşar ê ku 30 salan di girtîgehê de mabû li navçeya Geverê ya Colemêrgê civîna gel li dar xist.   Civîn li eywaneke dawetê pêk hat. Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizgul, endam û rêveberên DEM Partî û BDPê yên Geverê, TUHAY-DER, ÎHD, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.

Civînê ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Parlamentera DEM Partiyê Oznur Bartin di civînê de axivî. Bartin da zanîn ku pêwist e gelê Kurd li dîroka xwe binêre, bixwîne û got: “Yê ku li Rojhilata Navîn mafên hemû bindestan diparêze Rêber Ocalan e. Lê di 15ê Sibata 1999an de hêzên hegemon êrişeke hovane li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anîn. Dîsa îro li rojavayê Kurdistanê xwestin careke din komployeke navdewletî li dijî gele Kurd bikin meriyetê. Lê li dijî vê komployê û êrişên li ser Rojava, gelê Rojava berxwedaneke meazin nîşan da. Vê berxwedana Rojava hemû gelê Kurd kir yek û rakir ser pêyan. Gelê Kurd bû yek û ev êriş û komplo vala derxistin. Gelê Kurd bi komployan bi êrişan têk neçû û dê îro şûn ve jî têk neçe.”

‘Êrişên şerê taybet’

Oznûr Bartin destnîşan kir ku gelek kes bi awayekî êrişî vê pêvajoyê û destkeftiyên gele Kurd dikin û wiha berdewam kir: “Kesên ku êrişî nirx û destketiyên gele Kurd dikin dixwazin  tarîtiyê û xerabiyê li ser gele Kurd mezin bikin. Ev kesan dixwazin li ser medyaya dîjîtal, bi aplîkasyonên cuda cuda li ser nirxên me lîstikên cuda cuda pêk bînin. Ev hemû êrişên şerê taybet in.”

‘Hêzên hegemon dev ji armancên xwe bernedane’

Siyasetmedar Eyup Yaşar jî bal kişand ser Komploya Navdewletî ya 15ê Sibatê û ev tişt gotin: “Komploya 15ê Sibatê ji hela hêzên hegemonîk ve ji bo ku rê li pêşiya polîtîkayên xwe vekin hat pêk anîn. Ji ber ku paradigmaya Abdullah Ocalan li pêşiya berjewendî û polîtîkayên wan asteng bû lewre ev komplo pêk anîn. Lê Abdullah Ocalan bi paradîgma û berxwedana xwe ev komplo vala derxist. Lê hêzên hegemonîk hê jî dev ji armanc û polîtîkayên xwe bernedane. Xwestin di şexsê Rojava de car din komloyekî li ser gele Kurd pêk bînin. Rêber Abdullah Ocalan êrişên li ser Rojava wek komploy aduyemîn a navdewletî pênase kir. Ji ber ku paradigmaya Abdullah Ocalan ji bo berjewendiyên dewletan xetere ye van êrişan pêk tînin.”

Civînê piştî axaftinên destpêkê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

 

Etîket: civîna gelêrîşGeverKomploRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîl ragihand ku berpirsekî Firqeya Îmam Husên kuştine

Îsraîl ragihand ku berpirsekî Firqeya Îmam Husên kuştine

6 NÎSAN 2026
Li Îranê di 24 saetên borî de 15 baregeh bûne hedef

Li Îranê di 24 saetên borî de 15 baregeh bûne hedef

6 NÎSAN 2026
Silêmaniye du caran rastî êrîşê hat

Silêmaniye du caran rastî êrîşê hat

6 NÎSAN 2026
3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan

3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan

5 NÎSAN 2026
Sabahat Tuncel hate berdan

Sabahat Tuncel hate berdan

5 NÎSAN 2026
Ciwanên Geverê 4ê Nîsanê pîroz kir

Ciwanên Geverê 4ê Nîsanê pîroz kir

4 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî Balyozxaneya Îsraîlê êrîş: kesek hat kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyvên Kurdî ‘pirsgirêk’ dîtin, ji bo pirtûkê bidin 5 hezar lîre xwestin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Wanê: Bajêr ji bo erdhejeke nû ne amade ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinnews: Di Adarê de 29 jin hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (290)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne